Li Şirnexê jina 120 salî ji vîrusa koronayê rizgar bû

29-10-2020
RÛDAW
Menîca Encu 15 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin
Menîca Encu 15 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin
Nîşan Coronavirus Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Gerûrê ya navçeya Qilabana Şirenx li Bakurê Kurdistanê Menîca Encu ya 120 salî ya piştî çareserkirinê ji vîrusa koronayê rizgar bû. Herwiha Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî bi rêya têlefonê lige Menîca Encu axivî û jê re derbasî xwest.

Menîca Encu ya 12 zarok û ji 100î zêdetir neviyên wê hene 15 roj berê encama testa wê koronayê pozîtîf derket li Nexweşxaneya Zarok û Jidayîkbûnê a Şirnexê ya wekî nexweşxaneya pandemiyê tê bikaranîn jê re çareserî hat kirin.

Di encama dermankirina 15 rojan de rewşa tendirustî ya Encu baş bû û karmendên tenduristiyê bi çepikan oxir kirin.

Encu got ji ber ku pak bû gelekî kêfxweş e û wiha pê de çû: “Xwedê ji doxtor û hemşîreyên me razî be. Gelekî baş li ser min sekînin. Heqê wan li ser min zehf e. Xwedê wan biparêze. Gelekî westiyan û eleqedar bûn. Ez ji wan razî me Xwedê jî ji wan razî be.”

Halîme Encu ya bûka Encu jî diyar kir ku 15 roj berê çûn nexweşxaneyê û piştî dermankirinê xwesiya wê pak bû û wiha axivî: “Xwesuya min bi piranî xurekên sirûştî dixwar. Bi guhdaneke baş hat ser hemdê xwe. Xwedê ji doxtor û hemşîreyên keda wan tev bûn razî be.”

Pispora Nexweşiyên Singê Dr. Bilim Kehya Akcan destnîşan kiriye ku tîmên mobîl 2 hefte berê çûne testa Menîca Encu kirine û paşê jî anîne nexweşxaneyê.

Dr. Bilim Kehya Akcan got ku nexweşa 120 salî bersiva erênî da dermankirinê û paşê jî şandin mala wê û jê re gotin divê ji vê şûnde baldar be.

Erdogan bi Menîca Encu re axivî

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê de  hat diyarkirin ku Erdogan di axaftinê da peyama derbasîbûnê de Menîca Encû pîroz kir.                                                    

Endamên malbata Menîca Encû jî beşdarî axaftinê bûn û Erdogan got, “Xaltîka Menîca derbasî be. Şeva te ya qendîlê pîroz be. Xwedê şifa sihet û afîyetê bide te. Înşallah ji bo hurmeta vê şevê Xwedê şifayê bide te.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst