Salih Muslim: Haya me ji heval û dijminan heye

2 demjimêr berê
Nîşan Salih Muslim PYD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Salih Muslim got, “Mijara ku kî heval e û kî dijmin e li ber çavan tê girtin.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bi boneya salvegera 21ê ya damezirandina PYDyê ji ANHAyê re axivî.

Salih Muslim diyar kir ku pêwîstî bi partiyeke pêşeng hebû û got:

“Partiya me di merc û pêvajoyeke objektîv de ava bûye.

Pêwîstiya wê pêvajoyê bi partiyekê hebû ku pêşengiya gelê Rojava û herêmê bike.

Gelên xwediyên dozekê yên ku banga mafên xwe dikin hewcedarî rêxistina siyasî ne.

Li ser vî esasî beriya avakirina partiyê jî hewldanên me hebûn ku tevgerek were avakirin da ku nûnertiya Rojavayê bike.

Me gelek gav avêtin lê bi ser neketin. Li ser vê yekê me bi rewşenbîr û kesayetên civakî re biryar da. Me  Îlona 2003yan kongreyek li dar xist.”

“Me gelek şehîd dan”

Salih Muslim Serhildana Qamişloyê ya 2004an bi bîr anî û li ser rola PYDyê ya dema Serhildanê got:

“Me gelek zehmetî kişandin. Rejîmê û dijminê gelê Kurd êrişên dijwar bi ser me de anîn.

Hin partiyên siyasî yên Kurdî yên ditirsiyan, em kiribûn hedefa xwe.

Di serhildanê de me gelek şehîd dan. Hevalên me xistin girtîgehan. Bi hezaran jî gelê me di girtîgehan de şkence li wan hat kirin lê em di vî ezmûnê de bi ser ketin.

Belê me êş dît û em westiyan lê em bi dawî nebûn, em bi ser ketin.

Ji wê demê ve hem êrişên rejîmê û hem ên derve berdewam dikin. Dîsa jî me xeta ku me hilbijartiye parast."

“Em timî dixwazin tevgerên siyasî bigihînin hev”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) diyar kir ku ew dixwazin hêzên Kurdan bigihin hev û pê de çû:

“Ji xebatên me yên bingehîn yek jê ew e ku em hêzên Kurdî yên Rojava û Kurdistanê bigihînin hev da ku em li ser formeke hevbeş li hev bikin.

Di Serhildana Qamişloyê de me ev yek piştrast kiribû. Tevî hewldanên hin aliyan ên astengkirina tevgerên jî em di vê mijarê de li pêş bûn.

Em bi partiyên siyasî yên Kurdî re civiyan. Me xwest dengê xwe û gotina xwe li hemberî rejîmê bikin yek.

Em her tim hewl didin bi partiyên siyasî yên Kurdî re rûnin.

Piştî tevliheviya li Sûriyeyê ya ku sala 2011an dest pê kir, me roleke pêşeng û navendî di dan û standinên li Dihok û Hewlêrê û yên dîtir de lîst.

Ji ber ku em timî dixwazin tevgerên siyasî bigihînin hev, em timî beşeke diyalogan bûn.”

“Haya me ji heval û dijminan heye”

Salih Muslim amaje pê kir ku “PYD ne partiyeke domgmatîk e, partiyeke dînamîk e” û li pey çû:

“Em partiyeke dînamîk in ku li gorî pêwîstiyan tev digere û li gorî siyasetên nû û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn xwe nû dike.

Dîsa mijara ku kî heval e û kî dijmin e li ber çavan tê girtin.

Em hêvî dikin ku em li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeng bin.

Nûnerên partiya me li Tebqa, Dêrezor û Minbicê hene, em texmîn dikin ku di vê kongreyê de hejmara nûnerên me li hemû herêman zêde bibe.

Hêviya me ew e ku kongre bi biryarên ku xizmeta gelê me bikin, encamgir be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst