Li Şirnexê xwendekareke lîseyê 11 roj in winda ye

27-06-2023
RÛDAW
Nîşan Eylem Akçam Hezex Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve, lêgerîna xwendekara lîseyê ya 16 salî ku ji 16ê Hezîranê ve winda bûye berdewam dike.

Li navçeya Hezexê ya ser bi Şirnexê ve, xwendekara pola 11emîn a Lîseya Anadoluyê ya Cumhuriyetê Eylem Akçam (16) berî 11 rojan ji bo wergirtina raporta xwe ya dibistanê ji malê derdikeve.

Malbata Eylem Akçam, piştî zanîn ku ew neçûye dibistanê û qerta raporta xwe wernegirtiye, ji bo ku were dîtin, polîs ji rewşê agahdar kirin.

Xebatên ku ekîbên polîsan ji bo dîtina Eylem Akçam dabûn destpêkirin hêj berdewam dikin.

Bavê wê, Samî Akçam diyar kir ku keça wî ji bo raporta xwe werbigire ji malê derketiye û got: “Me li dîmenên kamerayên ewlehiyê yên hin dikan û kargehên li bajêr ên derbarê keça min de temaşe kir. Di dîmenan de tê dîtin ku kesekî 30 salî li dûv wê digere. Em difikirin ku wî kesî keça min revandiye.”

Samî Akçam daxwaz kir ku her kesê keça wî dîtibe yan jî di derbarê keça wî de agahiyek heye, hêzên ewlehiyê agahdar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst