Rêveberê navenda rehabîlîtasyonê ji ber madeyên hişbir hat girtin

25-06-2023
Nîşan Şirnex Madeyên Hişbir Navenda Rehabîlîtasyonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê di otomobîla Rêveberê Navenda Rehabîlîtasyonê de 200 gram madeyên hişbir hat dîtin.

Li gor agahiyan, cendirmeyan bi gomana madeyên hişbir difiroşe kesê bi navê H.A bi qasî mehekê xistine jêr çavdêriyê.

Piştî mehekê cendirmeyan agahî girtine, kesê gomanbar ji navçeya Elkê madeyên hişbir dibe navçeya Qilaban û li ser wê agahiyê oparasyonek hatiye despêkirin.

Cendirmeyan otomobîla kesê gomanbar rawestandine û di otomobîlê de 200 gram madeyê hişbir hatiye dîtin û ew kes hatiye desteserkirin.

Hat zanîn ku kesê madeyên hişbir di otomobîla wî de bûye rêveberê navendeke Rehabîlîtasyonê ye li navçeya Elkê.

H.A bo dadgehê hat şandin û bi biryara dozger hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst