Parlamentera YSPê: Li Şirnexê zêdeyî 500 hezar ton dar hatine birîn

22-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Şirnex Bakurê Kurdistanê Birîna Daran Sumeyye Boz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera  Partiya Çepên Kesk (YSP) Sumeyye Boz ragihand ku li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên “ewlehiyê” birîna daran û têkdana xwezayê berdewam e û got: “Tenê li Şirnexê  di sê salan de zêdeyî 500 hezar ton dar hatine birîn.”

Parlamentera YSPê ya Mûşê Sumeyye Boz roja Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an di axaftina xwe ya li  Parlamentoya Tirkiyê de bal kişand ser mijara birîna darên daristanan û têkdana xwezaya parêzgehên Bakurê Kurdistanê.

Sumeyye Boz dîmenên axaftina xwe ya li Parlamentoyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin û got: “Li Kurdistanê bi birîna daran  xweza tê jinavbirin û mirov bo koçê tên neçarkirin. Mirov tên neçar kirin ku wan navçeyên hatine talankirin bicihbihêlin. Em polîtîkayên ewlehiyê qebûl nakin.”

Boz ameje bi wê yekê da ku li parêzgehên Muş, Amed  û Şirmexê yên Bakurê Kurdistanê bi hincetên “ewlehiyê” birîna daran bi salan e berdewam dike.

Boz eşkere kir ku di salek dawî de li parêzgehên Muş, Amed û Şinexê yên Bakurê Kurdistanê bi hezaran dar hatine birîn û got: “Tenê li Şirnexê  di sê salan de zêdeyî 500 hezar ton dar hatine birîn.”

Parlamentera YSPê ya Mûşê Sumeyye Boz wiha got: “Di bin navê ewlehiyê de li Şirnex, Amed û herî dawî li navçeya min a hilbijartinê Mûşê bi tonan dar tên birîn û ev yek berdewam e. Li devera  zozana Şênê ya Mûşê,  bi hinceta ewlehiyê bi hezaran dar hatine birîn. Ji bo çêkirina rêya qereqolê, ji peravên çemê li navçeyê bi makîneyên kar qûm hatiye veguhastin. Tenê li Şirnexê di sê salan de zêdeyî 500 hezar ton dar hatine birîn. Gelo ev Parlamento di wê zanebûnê de ye ku ev têkdana xwezayê ya li Kurdistanê ku bi zêdebûn berdewam dike, dê bandoreke nerênî li ser jiyana hemû candaran bike û bibe sedema bandorên wiha yên nerênî ku bi salan nikare rê li ber bê girtin. Hûn dê kingî dawiyê li van polîtîkayan û  talanê bînin ku cografyaya Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê kirine qadeke rantê. Hûn dê kingî destwerdanê di vê talana xwezayê de bikin?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst