Îranê cezayê îdamê da gerîlayekî ji Agiriyê

2 demjimêr berê
Nîşan Gerîla PKK Îran Îdam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îranê cezayê îdamê da gerîla Hatem Ozdemîrê ji Agiriya Bakurê Kurdistanê.

Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Hatem Ozdemîr (Rêgeş) 2yê Tîrmeha 2019an li Makuya Rojhilatê Kurdistanê ketibû kemîne hêzên Îranê.

Rêgeş bi parçeyên şarapnelan birîndar bûbû û bi birîndarî ketibû destê leşkerên Îranê.

Dadgeha Şoreşê ya Xoyê Adara 2022yan cezayê bidarvekirinê dabû Rêgeş.

Ajansa Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihandibû ku dadgehê ev ceza bi hinceta “serhildana bi çekan a li hemberî dewletê” li Rêgeş biriye.

Parêzeran paşê îtirazî vê biryarê kiribû û dosyeya wî çûbû Dadgeha Bilind.

Ceza hat pesendkirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku Dîwana Darizandinê ya Bilind a Îranê cezayê îdamê yê Rêgeş pesend kiriye.

KHRNyê destnîşan kir ku dadgehê ev ceza bi hinceta “dijminatiya Xwedê” pejirandiye.

Hatem Ozdemîrê (Rêgeş) ku ji 2019an ve girtî ye ji parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ye û 28 salî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst