Serok Barzanî spasiya Serokê Ermenistanê kir

29-02-2024
Nîşan Serok Barzanî Vahagn Xaçaturyan Ermenistan Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî û Serokê Ermenistanê Vahagn Xaçaturyan li Pîrmamê hevdîtinek kir.

Vahagn Xaçaturyan li Bexdayê bi rayedarên Îraqê re hinek hevdîtin kiribûn.

Xaçaturyan piştî ziyareta xwe ya Bexdayê îro gihişt Hewlêrê û li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkiririn.

Serok Barzanî piştre li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Vahagn Xaçaturyan qebûl kir.

Li gorî daxuyaiya Ofîsa Barzanî, Serok Barzanî ji ber rêza ku li mafên Kurdên li Ermenistanê tê girtin, spasiya Xaçaturyan kir.

Vahagn Xaçaturyan jî pesnê pêşveçûn û geşedanên li Herêma Kurdistanê da.

Xaçaturyan amaje bi rola Serok Barzanî ya ji bo “bihevrejiyana civakên cuda, tekoşîna bi terorîzm û fanatîzmê re” da.

Serok Barzanî û Serokê Ermenistanê bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên Kurd û Ermenan.

Her du aliyan da zanîn, “Rêya çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya nifşên nû aştî ye.”

Herwiha hat daxuyandin ku divê pêwendiyên aboriyê yên Herêma Kurdistanê û Ermenistanê hîn bêhtir werin bipêşxistin.

Li rexê din, Barzanî li ser pirsgirêkên Hewlêr û Baxdayê got, “Rêya çareserkirina pirsigrêkan, riayetkirina destûra bingehîn e.”

Pêwendiyên Ermenistan û Herêma Kurdistanê

Li Hewlêrê konsulxaneya Ermenistanê heye û Ermenistan bi rêya saziyên xwe yên dîplomatîk girîngiyê dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Li Herêma Kurdistanê Kurdistanê gelek Ermen û li Ermenistanê jî gelek Kurd dijîn.

Li gorî amarên Konsulxaneya Ermenistanê, qebareya bazirganiyê ya her du aliyan 250 milyon dolarî derbas dike.

Her du alî di warê perwerdeyê de jî hevkariyê dikin.

Li gorî amarên fermî, heta dawiya sala 2023yan nêzîkî 400 xwendekarên ji Herêma Kurdistanê li zanîngehên taybet ên Ermenistanê xwendiye.

Li hêla din, Ermenistan ji 2022yan ve alîkariyê dide Kurdên Êzidî.

Li gorî hejmartina nifûsa ya 2011an li Ermenistanê herî kêm 37 hezar Kurd dijîn.

Enstîtuya Kurdî ya Cenêvê destnîşan dike ku hejmara Kurdên li Ermenistanê derdora 700 hezarî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst