Nêçîrvan Barzanî û Serokê Ermenistanê li Hewlêrê hevdîtinek kir

29-02-2024
Nêçîrvan Barzanî û Vahagn Xaçaturyan / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Vahagn Xaçaturyan / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Vahagn Xaçaturyan Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Ermenistanê Vahagn Xaçaturyan li Hewlêrê hevdîtinek kir.

Vahagn Xaçaturyan li Bexdayê bi rayedarên Îraqê re hinek hevdîtin kiribûn.

Xaçaturyan piştî ziyareta xwe ya Bexdayê îro gihişt Hewlêrê û li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkiririn.

Piştre jî civîna Nêçîrvan Barzanî û Vahagn Xaçaturyan dest pê kir.

Li gorî agahiyan, dê mijarên wekî “pêwendiyên her du aliyan” û “bihêzkirina van pêwendiyan” werin gotûbêjkirin.

Pêwendiyên Ermenistan û Herêma Kurdistanê

Li Hewlêrê konsulxaneya Ermenistanê heye û Ermenistan bi rêya saziyên xwe yên dîplomatîk girîngiyê dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Li Herêma Kurdistanê Kurdistanê gelek Ermen û li Ermenistanê jî gelek Kurd dijîn.

Li gorî amarên Konsulxaneya Ermenistanê, qebareya bazirganiyê ya her du aliyan 250 milyon dolarî derbas dike.

Her du alî di warê perwerdeyê de jî hevkariyê dikin.

Li gorî amarên fermî, heta dawiya sala 2023yan nêzîkî 400 xwendekarên ji Herêma Kurdistanê li zanîngehên taybet ên Ermenistanê xwendiye.

Li hêla din, Ermenistan ji 2022yan ve alîkariyê dide Kurdên Êzidî.

Li gorî hejmartina nifûsa ya 2011an li Ermenistanê herî kêm 37 hezar Kurd dijîn.

Enstîtuya Kurdî ya Cenêvê destnîşan dike ku hejmara Kurdên li Ermenistanê derdora 700 hezarî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst