Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullariyê got: "Divê yê ku sînorê qonaxa duyem ê krîtîk derbas bike desthilat û dewlet be."
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullariyê di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de axivî.
Tulay Hatîmogullariyê li ser pîrozbahiyên Newrozê wiha got:
"Me Newrozeke gelek girîng a bi beşdariya herî mezin a dîrok î dît. Me Newrozeke ku hêviyên aştî û demokrasiyê şîn bûne derbas kir.
Ji aliyê din ve me ev Newroz di serdemeke ku zextên li ser gel zêde bûne û îradeya gel nayê naskirin de bi rê ve birin.
Milyonanên ku li meydanên Newrozê kom bûbûn bi vê banga bilind deng bilind kirin: aştî, demokrasî û dad.
Newroza sala 2025an bû Newroza ku agirê azadiyê geş bû û aştî ji aliyê gelan ve hat parastin.
Ciwan bûn dengê jiyaneke demokratîk û ewle. Jinan bi rengên xwe meydanên Newrozê tijî kirin.
Dema ku em li Newroza Amedê bûn me bi Leyla Zana û Gultan Kişanakê re sohbetek kir.
Leyla Zanayê bi çavên tijî hêsir got,'Di salên 90î de me Newroz bi zehmetî bi 80 kesî ve pîroz dikir niha em gihiştine milyonan êdî em xemgîn nabin. Em wekî gelê Kurd bi serketin.'
Ev Newroz bû têkoşîna gelek hişyar, bi biryar, bi îrade û berdewamiyê."
"Ji bo kongre bê lidarxistin divê bi awayekî bi lez zemîneyeke ewle were avakirin"
Tulay Hatîmogullariyê behsa pêşhatên pêvajoyê jî kir û wiha domand:
"Hin xalên bingehîn hene ku divê bi awayekî bi lez gav bên avêtin.
Ji bo ku banga Birêz Ocalan ji aliyê rêxistina wî ve were bicihkirin, ji bo ku kongre bê lidarxistin divê bi awayekî bi lez zemîneyeke ewle were avakirin.
Ev bi diyaloga ku dê bi Birêz Ocalan re bê avakirin dê were çareserkirin.
Bi dabînkirina şert û mercên xebata azad a Birêz Ocalan dê pêşveçûn hebe.
Birêz Erdogan gotibû 'Sînorekî krîtîk hat derbaskirin'. Erê, dema ku em li vê pêvajoyê binêrin sînorê krîtîk ê yekem hat derbaskirin.
Divê ya ku sînorê duyem ê krîtîk derbas bike desthilat û dewlet be.
Ji bo ku ev bang û zemîna wê bersiva civakî bibîne û were bicîhkirin, avakirin a zemîna ku sînorê duyem derbas bike dikeve ser mil û barê desthilat û dewletê.
Em jî bi çar çavan li hêviya derbasbûna vê sînorê duyem in.
Derbasbûna vê sînorî ne dijwar e. Ev sînor bi aqilekî hevpar, têgihîştina aştiya civakî, bicîhnekirina kiryarên nedemokaratîk û xurtkirina zemîna demokratîk dikare were derbasbûn.
Daxwaz û hêviya me ya herî mezin derbasbûna vê sînorê, yanî sînorê duyem e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse