Çiyagerê 64 salî yê ku hildikişiya Çiyayê Agiriyê ket û birîndar bû

28-07-2023
Nîşan Agirî Çiyayê Agiriyê Çiyager Bazîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bazîda navçeya Agiriyê çiyagerê biyanî yê ku hildikişiya Çiyayê Agiriyê ket û birîndar bû.

J.H.yê welatiyê Komara Çekê yê 64 salî gava bi komekê re hildikişiya Çiyayê Agiriyê ku 5 hezar û 137 metreyan bilind e, xwe ranegirt û ket.

Piştî ku J.H. ket kesên di komê agahî da cendirmeyan û tîmên tenduristiyê.

Tîmên tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê tesbîtkirin ku çiyager ji mil û serê xwe birîndar bûye û wan li devera ku 3 hezar û 200 metreyî bilind e midaxele kir.

Wan piştre J.H. bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz a li Bazîdê.

Rewşa J.H.yê ku tê dermankirin baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst