Daxwaza Nêçîrvan Barzanî ya derbarê Helebceyê û bersiva hikûmeta Îraqê

26-03-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Helebce Parêzgehbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Projeyasaya ku Helebceyê bike parêzgeh careke din li Parlamentoya Îraqê hat bi paşxistin.

Nêçîrvan Barzanî, dema ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, sala 2013an projeyasaya ku Helebceyê bike parêzgeh ji Hikûmeta Îraqê re şandibû.

Li gorî bernameya kar a Parlamentoya Îraqê, diviya doh saet 20:00an rûniştina parlamentoya Îraqê bihata lidarxistin.

Xala yekem a rûniştinê jî dengdana li ser projeyasaya parastina statuya Helebceyê wekî parêzgeh bû.

Lê belê rûniştina parlamentoya Îraqê ya parêzgehbûna Helebceyê ji ber amadenebûna parlamenteran hat bipaşxistin.

Parlamentera Îraqê Çiro Hemeşerîfê  ji Rûdawê re got, "Li parlamentoyê zengil du caran ji bo destpêkirina civînê hat lêdan lê ji ber ku hejmara parlamenteran têrê nedikir, civînê dest pê nekir û bi heman rojevê rojekê hat bipaşxistin."

Çiro Hemeşerîfê diyar kir ku nêzîkî 140 parlamenterî amade bûne û rêjeya qanûnî temam nebûye.

Hat zanîn ku hin parlamenter ji ber maça di navbera Îraq û Filistînê de beşdarî rûniştinê nebûne.

Pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê

Helebce, bi biryara ku 13ê Adara 2014an ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye girtin, bi fermî wekî parêzgeha çaremîn a Herêma Kurdistanê hat naskirin.

Wê pêvajoyê sala 2013an ji aliyê Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê û Serokê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve dest pê kir.

Lê belê nakokiyên siyasî yên bi Suniyan re û hinek sedemên din, erêkirina projeyasayê li parlamentoya Îraqê dereng xist.

Pêşniyara ku Nêçîrvan Barzanî pêşkêş kiriye

24ê Kanûna Pêşîn a 2013an Nêçîrvan Barzanî projeyasaya statûya parêzgehkirina Helebceyê ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû amadekirin, bi nivîsa bi hejmara 12034 ji Serokwezîrê wê demê yê Îraqê Nûrî Malikî re şand.

Nêçîrvan Barzanî, di nameya xwe de xwest ku Helebce wekî parêzgeha 19emîn a Îraqê bê naskirin.

Piştî vê daxwazê, Encûmena Wezîran a Îraqê 31ê Kanûna Pêşîn a 2013yan civiya û pêşniyaryasaya ku Helebce dibe parêzgeh pejirand.

Li gorî biryarê, hat diyarkirin ku dê projeyasa ji Parlamentoya Îraqê bê şandin û sînorên îdarî yên Helebceyê bên destnîşankirin.

Sedemên Helebce bibe parêzgeh

Di projeyasayê de ya ku Helebce bibe parêzgeh ev sedem hatin nîşandan:

  • Firehbûna mezin a Helebceyê û zêdebûna şêniyên wê
  • Zererên mirovî, darayî û jîngehî yên di êrişa çekên kîmyayî ya 1988an de ya li ser bajêr
  • Girîngiya dîrokî û siyasî ya Helebceyê di qada navneteweyî de

Dengdana li parlamentoya Îraqê

Piştî salên dirêj, projeyasaya ku statûya parêzgehê dide Helebceyê, 13ê Adara 2023yan ji aliyê Encûmena Wezîran a Îraqê ve hat pejirandin û ji parlamentoya Îraqê re hat şandin.

Lê belê dema hat qonaxa dengdanê, pêvajo rawestiya.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdullah du roj berê diyar kir ku "Serokê Parlamentoyê û Alîkarê Yekemîn razî bûne ku pêşniyara yasaya bûna Helebceyê wekî parêzgeh bikeve rojeva rûniştinê."

Piştre Parlamentoya Îraqê, rojeva rûniştina ku roja 25 Adara 2025an pêk were belav kir û xala yekem a rûniştinê jî dengdana li ser projeyasaya parastina statuya Helebceyê wekî parêzgeh bû.

Lê rûniştin ji bo îro hatiye bipaşxistin.

Helebce ku nifûsa wê 135 hezar kes e, ji navenda Helebceyê û navçeyên Xurmal, Biyare, Bamo û Sîrwan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst