Destdirêjî li 91 zarokan kir û ew kêlî qeyd kirin!

01-08-2023
Nîşan Destdirêjî Zarok Nêrevan Awistralya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Awistralyayê nêravanekî zarokan ê berê, destdirêjî li 91 zarokan kir û ev kêlî qeyd kirin.

Polîsê Awistralyayê da zanîn ku nêravanê zarokan di navbera salên 2007 û 2022an li navêndên cuda yên lênêrîna zarokan destdirêjî li 91 zarokan kiriye.

Nêravanê 45 salî, sala 2022yan hate girtin û tesbîtkirina tevên sûcên wî salekê ajot.

Nêrevan, rûbirûyî 246 tawanên destdirêjiyê û 673 êrişên nelirê ye.

Polîsê Awistralyayê rahihand ku di telefona wî nêrevanî de 4 hezar dîmên û wêneyên zarokên rût hatine dîtin.

Cigirê Komîserê Polîsê Federal ê Awistralyayê Justin Gough got, “Ev 40 sal e ku ez polîs im, min bûyereke destdirêjiya ya ewqasî tirsnak nedîtiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst