Agirî: Ji ber lehiyê rêya Rojhilatê Kurdistan û Îranê hat girtin

04-08-2023
RÛDAW
Nîşan Agirî Baran Lehî Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê rêya sereke ya Agirî- Rohilatê Kurdistan-Îranê ji ber lehiyê hat girtin.

Li navçeya Qerqeliyê ya Wanê jî piştî baranê teyrok bariya û xisar gihande zeviyên çandiniyê.

Rûbarên nêzîkî sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi ser re çûn

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê piştî baraneke gur lehî rabû. Piştî lehiyê beşeke rûbarên li nêzîkî sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi ser re çûn û hinek zeviyên çandiniyê xisar dît.

Ji ber lehiyê rêya sereke ya ku ji Agiriyê ber bi Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve diçe hat girtin û doreke dirêj a otomobîlan li ser rê çêbû.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), Cendirme û Tîmên Îdareya Taybet a bajêr çûn cihê bûyerê.

Tîm bi makîneyên kar hewl didin rê ji herî û kevirên ku lehiyê bixwe re anîne pak bikin.

Li Qerqeliyê jî piştî baranê teyrok bariya

Li aliyê din li navçeya Qerqeliyê ya Wanê jî piştî baranê teyrok bariya.

Li taxa Şemsettînê ya navçeya Qerqeliyê ji ber baran û teyrokê lehî rabû û beşeke avrêjan xitimîn û coyên avê bi ser re çûn.

Teyrokê xisareke mezin gihande zeviyên çandiniyê û bi taybetî jî berhemê genim.

Kesên ku li mêrgan ajelên xwe diçerandin jî ji ber baran û teyrokê zehmetî kişand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst