Hewlêr (Rûdaw) - Betlaneya Newrozê zêdetirî 200 hezar geştyarî Newrozê bajarê Sineyê yê Rohjilatê Kurdistanê ziyaret kir.
Rêvebirê Geştyarî û Mîratên Çandî yên Parêzgeha Sineyê Mensûr Mêhrzad ragihand ku li gorî amarên dawî, 10 rojên betlanaya Newrozê 203 hezar û 725 geştyar çûne parêzgeha Sineyê.
Bi gotina Mensûr Mêhrzad ev hejmar li gorî salên borî bi rêjeya ji sedî 16 zêde bûye.
Mensûr Mêhrzad amaje bi wê jî kir ku ew bajarên ku herî zêde geştyar berê xwe daye wan ev in: Bane, Merîwan û Sewlawa.
Di betlaneya Newrozê de geştyarên ji herêmên cuda yên Îranê bi taybetî bajarên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ziyaret dikin.
Li bajarên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, bazarên firotina kelûpelên biyanî hene û geştyar kelûpelên navmalê û cil û bergan ji wan bazaran dikirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse