Xelkê Qamişloyê ji bombebarana firoke û operasyona Tirkiyê dilgiran in

28-11-2022
RÛDAW
Xelkê Qamişloyê ji bombebarana firoke û operasyona Tirkiyê dilgiran in
Xelkê Qamişloyê ji bombebarana firoke û operasyona Tirkiyê dilgiran in
Nîşan Qamişlo Xwepêşandan Êrîşên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrîşên Tirkiyê êdî av û elektrîk li Qamişlo bi dest xelkê nakeve, ji ber ku navendên wan ji aliyê Tirkiyê ve hatine bombebarankirin û têk çûne.

Welatiyekî Qamişlo dibêje, ji ber bombebarana balefirên Tirkiyê li ser sentralên kehreb û avê, ev çend roj in ew bê kehreb û av in, û ew ji ber êrîşan nema zarokên xwe dişînin dibistanê.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Aram Hena daxwazê ji Amerîka dike ku rê nede Tirkiyê operasyoneke bejayî li nav axa Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê pêk bîne û dibêje, divê rêveberiya Amerîkayê sozên ku beriya hilbijartinan dabû, bi cîh bîne.

Çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiye ne. Li çeperên şer ên bakurê Sûriyê bo êrîşeke bejayî ya Tirkiyê bo ser hêzên Kurdî di amadebaşiyê de ne.

Xelkê Qamişlo jî ji ber topbaran û bombebarana berdewam a artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ji 20ê Mijdarê ve di rewşeke derûnî ya xirab de dijîn, her wiha ji ber egera êrîşeke bejayî ya Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê ku Erdogan gefa wê di xwe bi fikar in.

Siwar Xelef Biro Şêniyê Qamişlo anî ziman, “Bandora Hikûmeta Tirkiyê li ser herêma me gelekî zehmet e. Elektrîk û av tune, em nikarin ji ber tirsê zarokên xwe bişînin dibistanê.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwazê ji Amerîkayê dikin ku rê nede Tirkiye operasyoneke bejayî li nav axa Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê pêk bîne.

Aram Henna Berdevkê HSDê got, “Li gor daxuyaniyên îdareya Amerîkayê, ew dijî her êrîşekê ne bo ser navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê, lê tenê ev daxuyaniyên dijî her êrîşekê li navçeyên me têr nakin. Divê Serok Biden sozên dabûn hilbijêrên Amerîka û raya giştî cîbicîh bike, ku ev pêbendbûn dibe pîvana rastgoyiya Amerîkayê. Em bi xwe pabendî rêkeftina 2019an bûne, dema me rê da hêzên hikûmetê li navçeyên sînorî bicîh bibin.”

Li gor Rêveberiya Xweser û HSDê, firokeyên şer ên Tirkiyê cara yekem e jêrxana xizmetguzariyan, bîrên petrolê û kargehên gazê, santralên elektrîkê li Rojavayê Kurdistanê ji nav birine, ev jî bi armanca lawazkirina aboriya rêveberiyê û felckirina şiyanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da ku rê li ber operasyona xwe ya bejayî bo ser Rojavayê Kurdistanê xweş bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst