QAMIŞLO - Xwepêşandan piştî 13 rojan qediyan

01-10-2023
Hisên Omer
Biryara ragirtina çalakiyan ji aliyê çalakvanên serpereştiyar ve hatiye dayin
Biryara ragirtina çalakiyan ji aliyê çalakvanên serpereştiyar ve hatiye dayin
Nîşan Qamişlo Xwepêşandan Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 13 roj bûn ku li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn û grev li hemberî bihabûna sotemeniyê bi rê ve diçûn.

Li Rojavayê Kurdistanê 16ê Îlonê, bihayê hinek corên mazotê bi rêjeya ji sedî 400 hatibû zêdekirin.

Ev jî bû cihê nerazîbûnê û li çend bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandan çêbûn.

Lê piştî hevdîtina nûnerên neraziyan û nûnerên Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) û Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ew xwepêşandan bi dawî bûn.

Biryara ragirtina van çalakiyan ji aliyê çalakvanên serpereştiyar ve hatiye dayin.

Kesên ku beşdarî grevê bûbûn, niha li benda wê yekê ne ku pirsgirêka bihayê sotemeniyê bê çareserkirin.

Endamê şandeya kesên nerazî Ebas Mûsa ku bi nûnerên MSD û HSDyê re civiyabû ji Rûdawê re got:

“Em ew hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser piştî wan hevdîtinan ji biryara xwe vegere.”

Di daxuyaniyekê de, biryarderên ragirtina çalakiyan ragihand ku ew dê bi şêweyekî erênî li benda sozên berpirsên HSD û MSDyê bin.

Li gorî daxuyaniyê, eger biryara bihakirina mazotê neyê hilweşandin, ew dê careke din dest bi çalakiyên sivîl û rewa bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst