Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Eyn Îsayê yê Rovayê Kurdistanê di topbarana Tirkiyeyê de zarokekî 6 mehî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Bombebaran, topbaran û êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzikî wê yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Li gorî nûçeya ANHAyê, artêşa Tirkiyeyê gundê Cemasê yê li rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kiriye.
Di encama topbaranê de zarokê 6 mehî yê bi navê Ebdulrehman Îsmaîl Huseyîn canê xwe ji dest daye.
Her wiha welatiyên bi navên Erîc Xalid Huseyîn (20), Asya Hemed Husyîn (12) jî birîndar bûne.
Giringiya Eyn Îsayê
Eyn Îsa bajarekî biçûk e lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e.
Eger ew bajar bikeve destê Tirkiye û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobaniyê de qut dibe.
Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê ye, 66 kîlometreyan li başûrrojhilatê Kobaniyê ye û 30 kîlometreyî ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar de ye.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsayê ji wê yekê tê ku li ser rêya navneteweyî ya M-4 Rodkoyê ye.
Rêya M-4ê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiye, Hums, Hema û Şamê ve girê dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse