Li Eyn Îsayê di êrişeke Tirkiyeyê de zarokekî canê xwe ji dest da

09-02-2025
RÛDAW
Nîşan Eyn Îsa Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Êriş Bombebaran Komên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Eyn Îsayê yê Rovayê Kurdistanê di êrişeke Tirkiyeyê de zarokekî 15 salî canê xwe ji dest da.

Bombebaran, topbaran û êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzikî wê yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzikî wê li gundê Şakiroyê yê li rojhilatê Eyn Îsayê bi droneke kamikaze êrişek pêk anî.

Di encama êrişê de zarokê bi navê Selah Xelef El Selam ê 15 salî canê xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyeyê bi berdewamî gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike.

Droneke Tirkiyeyê doh gundê Emşeyê yê Kobaniyê bombebaran kiribû û di encamê de 8 kes birîndar bûbûn.

Giringiya Eyn Îsayê

Eyn Îsa bajarekî biçûk e lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e.

Eger ew bajar bikeve destê Tirkiye û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobaniyê de qut dibe.

Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê ye, 66 kîlometreyan li başûrrojhilatê Kobaniyê ye û 30 kîlometreyî ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsayê ji wê yekê tê ku li ser rêya navneteweyî ya M-4 Rodkoyê ye.

Rêya M-4ê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiye, Hums, Hema û Şamê ve girê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst