Li 24 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

26-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê Dibistan Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 24 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û mercên neyînî dibistan rojekê hatin girtin.

Li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 3 roj in berfeke zêde dibare û jiyana rojane zehmettir dibe.

Di nav 3 rojan de bi sedan otomobîl li ser rêyan man û bi hezaran welatî asê man.

Ji ber berf û şert û mercên neyînî li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 19 parêzgehên Tirkiyeyê, îro dibistan hatin girtin û perwerde nayê kirin.

Li parêzgehên Erdexan, Çewlig, Sêwaz, Meletî û Erzeromê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Bayburt, Nigde, Çankiri, Kastamonu, Ordu, Gumuşhane, Kayseri, Nevşehir, Bolu, Artvin, Yozgat, Giresun, Sinop, Amasya, Tokat, Aksaray, Kirşehir, Karaman û Samsunê yên Tirkiyeyê dibistan hatin girtin û fermanberên ducanî û xwedî pêdiviyên taybet jî îro dê wekî mohlet bêne qebûlkirin û naçin ser kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst