Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 9 parêzgehan ji ber berfa zêde dibistan rojekê hatin girtin.
Pêleke berfê hinek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Bakurê Kurdistanê dane ber xwe û bandoreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê dike.
Li parêzgehên Stenbol, Tekîrdag, Samsun, Çorum, Kastamonu û Sînopê yên Tirkiyeyê û parêzgehên Semsûr, Meletî û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê îro dibistan hatin girtin.
Li navçeyên Wêranşar û Erebgîrê yên Meletiyê dibistan ji ber berfê rojekê hatin girtin.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Erebgîrê de hat destnîşankirin ku li navçeyê ji ber barîna berfê û şert û mercên neyînî yên hewayê, perwerde rojekê hatiye rawestandin û her wiha karmendên astengdar û ducanî jî dê karibin neçin kar.
Li navçeyên Serê Golan, Besnî, Sincik, Aldûş û Cêlikanê yên Semsûrê ji ber berfê rojekê dibistan nînin.
Pileyên germê li gorî asta demsalê dadikevin û hewa sar dibe.
Birêvebiriya Keşnasiyê ji bo ketina aşûtê, bager û qeşayê hişyarî da.
Her wiha îro li parêzgehên Sêwaz, Erzirom, Qers, Meletî, Amed, Dîlok, Mêrdîn û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê dê berf, şilope û baran bibarin.
Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileyên germahiyê wiha ne:
Sêwaz 2°C
Erzirom -2°C
Qers °C, 1°C
Meletî 5°C
Wan 4°C
Amed 4°C
Dîlok 5°C
Mêrdîn 7°C
Riha 11°C
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse