Cenazeyê Murat Yildiz li Dêrsimê hat veşartin

26-05-2021
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê Murat Yildiz
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Cenazeyê Murat Yildiz ku di dema birêveçûna operasyoneke hêzên Tirkiyê ya li dijî PKKê de li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hatibû kuştin, îro di bin kontola tund a hêzên ewlekariyê de li gundê xwe hat veşartin.

Di merasîma veşartina cenazê Murat Yildiz de, ji bilî malbatê destûr nedan ti kesên tevlî merasîmê bibin û nehiştin ku rojnamevan dîmenan jî bigrin.

Tê zanîn ku Murat Yildiz ji 3 nifşan neviyê Seyîd Riza ye.

Murat Yildiz li Gundê Kilmerê yê ser bi qeza Pilurê ya Dersima Bakurê Kurdistanê, bi mebesta ku cihekî ji pezê re xwe re çê bike, bi otomobîla xwe bi 4 kesên din re çûbû zozanê gundê Xaçkirek, lê li wê deverê dibe armanca êrişeke firokeyên artêşa Tirkiyê û canê xwe ji dest dide.

Malbata Murat Yildiz, piştî 14 rojan cenazeyê wî ji Saziya Pizîşkiya Dadê ya Meletiyê wergirt. Piştî merasîma li Cemxaneya Pulurê di kontrola ewlekariya leşkeran de ji gund ber bi goristanê ve hate birin.

Hêzên ewlekariyê gelek astengî çêkirin da ku merasîma veşartinê bi awayekî girseyî birêve neçe. Hêzên ewlekariyê rêyên sereke yên wê navçeyê girtin û ji bilî malbata Murat Yildiz rê nedan ti kesekê ku biçin goristanê.

Beşdarbûna merasîmê ya Serokê Şaredariya Dêrsim Mehmet Fatih Maçoglu û welatiyan ji aliyê hêzên cendermeyan bi hinceta rênimayên Coronayê ve hate astengkirin.

Ev koma ku dixwest beşdarî merasîmê bibe piştî niqaşa bi cendirmeyan re vegeriya navenda parêzgeha Dêrsimê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst