Li Dêrsimê agir bi zeviya genim ket

11-07-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çemîşgezekê ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ve agir bi zeviyeke genim ket û di encam de zirar gihişte nêzîkî 10 donim dexl û danê welatiyekî.

Li gundê Çaybaşî yê navçeya Çemîşgezekê ji ber sedemeke ne diyar agir bi zeviya genim a welatiyê bi navê Taner demir ket. Piştî agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên berevaniya şaristaniyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Piştî kar û hewldanên tîman, agirê li zeviyê hat vemirandin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, di encama şewatê de zirar gihiştiye nêzîkî 10 donim dexl û danê welatiyê navborî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst