Kesên bi alên MHPê xwestin otobusa Dêrsimê bişewitînin

29-05-2023
RÛDAW
Kesên bi alên MHPê xwestin otobusa Dêrsimê bişewitînin
Kesên bi alên MHPê xwestin otobusa Dêrsimê bişewitînin
Nîşan Dêrsim MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîgirên MHPê rê li ber otobusa kompaniya Can Dersim Tuncelililerê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê girtin û hewl dan otobusê bişewitînin.

Otobusa rêwiyan a kompaniya Can Dersim Tuncelililer a ku diçû bajarê Samsûnê, rêya wê li bajarê Gumuşhaneyê ji aliyê komek nijadperest ên endamên MHPê ve hat qutkirin. Hewldana provokasyonê bi bertekên rêwiyan hat pûçkirin.

Piştî eşkerebûna hilbijartinên serokkomariyê, duh bi şev li Gumuşhaneyê li dijî Dêrsimiyan hewldana provokasyonê hat kirin.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, otobusa rêwiyan a kompaniya Can Dersim Tuncelililerê ku diçû bajarê Samsûnê, rêya wê li bajarê Gumuşhaneyê ji aliyê komek nijadperestên Tirk ên endamên MHPê ve hat qutkirin. Otomobîleke ku alên MHP'ê pê ve daliqandî, demeke dirêj otobusa rêwiyan a Can Dersim Tuncelîlerê şopand, pişt re rê li ber otobusê girt. Kesên ku ji otomobîlê peya bûn gotin ku ew dê otobusa rêwiyan bişewitînin. Kesên ku li camên otobusê xistin û xwestin bi zorê derî vekin, rêwiyan rêwiyan bertek dan. Alîgirên MHPê yên ku demek hewldana provokasyonê kirin, piştre li otomobîlên xwe siwar bûn û ji cihê bûyerê veqetiyan. Şofêrê otobusa rêwiyan Mehmet Kiliç jî diyar kir ku jiyana wan di metirsiyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst