EFRÎN - Çekdar bi nav hev dikevin: Amadehiyên êrişê tên kirin

10 demjimêr berê
Çekdarên Siqûr el-Şemalê / Wêne: Arşîv
Çekdarên Siqûr el-Şemalê / Wêne: Arşîv
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Komên Çekdar Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê komên çekdar ên mixalif bi nav hev dikevin û amadehiyên êrişên nû tên kirin.

Çekdarên “Hêza Hevbeş” xwe amade dikin ku êrişî çekdarên grûpa Siqûr el-Şemalê bikin.

Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Mixalefeta Sûriyeyê biryar dabû ku grûpa Siqûr el-Şemalê nemîne.

Siqûr el-Şemalê ev biryar red kiribû û tevlî grûpa el-Cebhe el-Şamiyeyê bûbû.

“Hêza Hevbeş” ji Grûpa Siltan Silêman Şah a bi fermandariya Mihemed el-Casim Ebû Emşe û Fîrqeya el- Hemze ya bi fermandariya Seyf Bolad Ebû Bekir pêk tê.

Hêza Hevbeş niha xwe amade dike ku êrişî Siqûr el-Şemalê bike ku fermandarê wê Hesen Xeyriyê ye.

“Biryar heye ku Siqûr el-Şemalê were tesfiyekirin”

Hûmam Îsayê ku li ser van kom û komikên çekdar pispor e ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Artêşa Niştimanî piştî nakokiyan biryar da ku grûpa Siqûr el-Şemalê nemîne.

Fermandarên wê grûpê li gel Salih Embûrî ku fermandarekî el-Cebhe el-Şamiyeyê ye civiyan û wan pêşniyar kir ku tevlî Şamiyeyê bibin.

Biryara Hiwar Kilisê heye ku grûpa Siqûr el-Şemalê were tesfîyekirin û tev li Artêşa Niştimanî bibe.”

Çekdar û alîgirên Siqûr el-Şemalê piştî biryara Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Mixalefeta Sûriyeyê li navenda Efrîna dagirkirî xwenîşandan kirin.

Divê were gotin ku ev kom û komikên navborî zêdetir li herêma Efrînê ya dagirkirî çalak in û aloziyên di nav wan de li Efrînê rû didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst