Herî zêde li kîjan bajaran bêkarî heye?

25-03-2024
RÛDAW
Nîşan Bêkarî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku sala borî rêjeya herî bilind a bêkariyê li bajarên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê û rêjeya herî kêm a bêkariyê jî li Kastamonu, Çankiri û Sînopê bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên bêkariyê yên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amaran sala 2023yan bêkariya herî zêde û derfetên herî kêm ên kar li bajarên Bakurê Kurdistanê bûne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bêkariya herî zêde bi rêjeya ji sedî 17,2 li bajarên Wan, Mûş, Bêdlîs û Colemêrgê bûye.

Bêkariyê herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 4,9 li bajarên Kastamonu, Çankiri û Sînopê yên Tirkiyeyê bûye.

Bi giştî li Tirkiyeyê sala 2023yan hejmara kesên bêkar li gorî sala 2022yan 318 hezar kes kêm bûye û daketiye 3 milyon û 264 hezar kesan.

Rêjeya bêkariyê jî ku sala 2022yan ji sedî 10,4 bû, sala 2023yan daketiye ji sedî 9,4an.

Herwiha hejmara kesên dixebitin jî li gorî sala 2022yan 880 hezar kes zêde bûye û sala 2023yan gihiştiye 31 milyon û 632 hezar kesan.

Kesên bi fermî serlêdan nekirine cih nagirin

Rêjeya bêkariyê di nav mêran de ji sedî 7,7 û di nav jinan de ji sedî 12,6 bûye.

Rêjeya bêkariya ciwanên di navbera 15-24 salî de ji sedî 2 kêm bûye û daketiye ji sedî 17,4an.

Sala borî herî zêde welatî di sektorên xizmetguzarî, pîşesazî, çandinî û avahîsaziyê de derfeta kar peyda kirine.

Di sektora xizmetguzariyê de 18 milyon û 230 hezar kes, di sektora pîşesaziyê de 6 milyon û 711 hezar kes, di sektora çandiniyê de 4 milyon û 695 hezar kes û di sektora avahîsaziyê de jî milyonek û 997 hezar kes xebitîne.

Herwiha derfetên kar herî zêde bi rêjeya ji sedî 54,5 li bajarên Tekîrdag, Edîrne û Kirklareliyê yên Tirkiyeyê û herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 37,5 li bajarên Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê peyda bûne.

Li gorî amarên TUIKê rêjeya bêkariyê li Tirkiyeyê daketiye asta herî kêm a 10 salên dawî.

Amarên bêkariyê yên TUIKê li gorî kesên ku bi fermî serlêdana kar kirine û kar ji bo wan nehatiye dabînkirin tê hejmartin.

Kesên ku bi fermî serlêdana kar nekirine di nav amarên TUIKê de cih nagirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst