Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku Kanûna Pêşîn a 2024an rêjeya bêkariyê bi qasî 0,1 puanan kêm bûye û daketiye ji sedî 8,5an.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên bêkariyê yên meha kanûna paşîn a sala borî eşkere kirin.
TUIKê diyar kir ku Kanûna Pêşîn a 2024an li gorî Çiriya Paşîn a 2024an rêjeya bêkariyê 0,1 puan kêm bûye û daketiye ji sedî 8,5an, an ku di nava wê mehê de 39 hezar kes bûne xwediyê karekî.
Li gorî amaran, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Kanûna Pêşîn a 2024an rêjeya bêkariya mêran ji sedî 6,9 û rêjeya bêkariya jinan jî ji sedî 11,4 bûye.
Heman mehê rêjeya bêkariyê di nav ciwanên 15-24 salî de ji sedî 0,5 zêde bûye û gihiştiye ji sedî 16,3yan.
Her wiha hat diyarkirin ku li gorî Kanûna Pêşîn a 2023yan jî rêjeya bêkariyê 0,3 puanan daketiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse