TUIKê rêjeya bêkariyê ya mehên dawî yên 2023yan eşkere kir

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rêjeya bêkariyê di meha Çiriya Paşîna 2023yan de li gorî meha Çiriya Paşînê 0,4 puan zêde bûye û gihiştiye ji sedî 9an.

Di nav mêran de rêjeya bêkariyê bûye ji sedî 7,5 û di nav jinan de jî gihiştiye ji sedî 11,8an.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên bêkariyê yên meha Çiriya Paşîna 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amaran hejmara bêkarên ku 15 salî derbas kirine meha Çiriya Paşîna 2023yan li gorî meha Çiriya Paşînê 115 hezar kes zêde bûye û hejmara bêkaran bûye 3 milyon û 116 hezar kes.

Di heman mehê de rêjeya bêkariyê di nav ciwanan de ku temenê wan di navbera 15-24an de ye 0,5 puan zêde bûye û gihiştiye ji sedî 16,5an.

Di nav mêran de ji sedî 14,2 û di nav jinan de bûye ji sedî 20,7.

Li gorî amarên TUIKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Çiriya Paşîna 2023yan de li gorî meha beriya wê hejmara kesên hatine tayînkirin 236 hezar kes kêm bûne û bûye 31 milyon û 611 hezar kes.

Rêjeya tayînkirinê 0,4 puan kêm bûye û bûye sedî 48,2. Ev rêje di nav mêran de gihiştiye ji sedî 65,4 û di nav jinan de jî bûye ji sedî 31,3an.

Hejmara kesên dixebitin Çiriya Paşîna 2023yan li gorî meha Çiriya Paşînê 122 hezar kes kêm bûne û bûye 34 milyon û 726 hezar kes.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst