AMED - Golik 8 meh in xeyîdî ye, gundî dikin nakin venagere

12-04-2025
Abdulselam Akinci
Golikl firar /Wêne: Rûdaw
Golikl firar /Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Golik Reviyayî Sûr Simaqî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li gundê Simaqiyê yê navçeya Sûrê ya Amedê golikek dema yek mehî bûye ji axurê reviyaye û ev 8 meh in nayê mala xwe.

Gundî dikin nakin nikarin wî bigirin û bînin malê. Li gorî gotina gundiyan ew golika 8 mehan berê ji mal derketiye, bi çolê ketiye û nema ziviriye.

Heşt meh in şev û roj ew li binê gund li peravê Dîcleyê li nav zevî û mêrgan û newal û geliyan diçêre, şeva xwe li derve derbas dike lê nayê mala xwe.

Gundî û xwediyên golikê şaş û metal mane ka çima golika wan çûye û venagere malê.

Liv û tevgera golikê êdî bûye wekî ajelekê kûvî.

Li ser agahdarkirinê tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedî jî hatin ku golikê bi derziyê bigirin, lê golika kûvî her reviya û mecal neda ku kesek nêzîkî wê bibe.

Niha malbat carek din dixwaze ku pêwendîdar bibin alîkar ku wî bigirin û bînin malê.

Şeban Kût bi dengê xwe yê herî bilind vê bangî golika ku xeyidî ye û ji mal reviyaye dike.

"Li min xist, ez sê rojan di nav nivînan da mam"

Biraziyê xwediyê golikê Şeban Kût got, "Hîn biçûk bû di axurê da bû, qîza apê min ew ji axurê derxist, golikê li wê xist ew birîndar kir.

Îca min got ez ê herim golikê, li min jî xist ez jî birîndar bûm. Ez sê rojan di nav nivînan da mam. Li min jî xist ma ne golik bû.

Derket derve, wî şevê nehat. Em li pey geriyan me nedît. Li çolê çend caran em geriyan me nedît."

Di heşt mehan de çendîn car ji bo girtina golikê hewl jî hatine dayîn.

Lê di her carî de golika ku êdî bûye conega wekî ajelekî kûvî ji gundiyan reviyaye û nehatiye girtin.

Cîranê xwediyê golikê Mehmet Meşe, "Her kesê ku vî heywanî dibîne dibêje va li vir e. Va îro bû qismetê we înşelah em dê zevt bikin."

Tîma şaredariyê jî nekarî wî bigirin

Di dema tîma Rûdawê bi şopa golikê ketibû, li ser agahdarkirina muxtarê gund tîmên daîreya tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi çeka ku derziya hişbir davêje xwestin ku golikê zevt bikin, lê golika kûvî bi tu awayî wê firsendê neda tîmên pispor.

Xwediya golikê xaltîka Hecî Sidîqa Kût jî dibêje "Heke vegere ji xwe golika min e lê venegere jî bila canê zarokên min sax be."

Hecî Sidîqayê her wiha got, "Dêya wê feqîr bû. Eviya tirsiya, tirsiya.

Me got eger bihata me yê xwedî bikira. Eger were em nafroşin em dê xwedî bikin."

Piştî hemû cerîbînan ku golik nehat girtin, tîmên şaredariyê vegeriyan bajêr û golika xeyidî jî dîsa bi çolê ket û ji çavan winda bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst