TUIKê hejmara ajelan eşkere kir: Sal bi sal kêmtir dibe

09-02-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) Ajeldarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku sala borî li gorî sala 2022yan hejmara dewaran bi rêjeya ji sedî 2.6 kêm bûye û daketiye 16 milyon û 583 hezar.

Herwiha hejmara pez jî bi rêjeya ji sedî 6.9 kêm bûye û daketiye 52 milyon û 363 hezar pez.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên sala 2023yan ên rêjeya ajeldariyê eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2023yan li gorî sala 2022yan hejmara dewaran bi rêjeya 2.6 û hejmara pez jî bi rêjeya ji sedî 6.9 kêm bûye.

Di vê demê de hejmara gamêşan jî ji sedî 2.6 kêm bûye û daketiye 16 milyon û 421 hezarî, hejmara gayan jî ji sedî 5.9 kêm bûye û daketiya 161 hezar û 749.

Hejmara pez jî sala 2023yan wekî 52 milyon û 363 hezar hatiye tomarkirin.

Rêjeya mîhan jî ji sedî 5.9 daketiye û bûye 42 milyon û 60 hezar mîh, hejmara bizinan jî ji sedî 11 kêm bûye û daketiye 10 milyon 303 hezar.

TUIKê ragihand ku di heman salê de berhemanîna hingiv jî bi rêjeya 2.9 kêm bûye û daketiye 114 hezar û 886 ton hingiv.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst