Hewlêr (Rûdaw) - Projeyasaya efûya giştî ya Herêma Kurdistanê amade ye û Birêvebirê Giştî yê Girtîgehan ragihand ku dê zêdetirî 2 hezar girtî werin berdan.
Birêvebirê Giştî yê Girtîgehan Îhsan Ebdulrehman Baban îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Projeyasaya efûya giştî amade ye û li Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ye.
Piştî ku Parlamentoyê dest bi kar bike, dê deng li ser were dayîn û qebûlkirin.”
Li Herêma Kurdistanê 6 girtîgeh hene ku 2 li Hewlêrê, 2 li Silêmaniyê û 2 jî li Dihokê ne û zêdetirî 5 hezar û 700 girtî hene.
Birêvebirê Giştî yê Girtîgehan Îhsan Ebdulrehman Baban da zanîn ku bi pesendkirina projeyasaya efûya giştî dê zêdetirî 2 hezar girtî jê sûdmend bin û werin berdan.
Li Îraqê projeyasaya efûya giştî di rûniştina 21ê Kanûna Paşîna 2025an de li Parlamentoya Îraqê hat pesendkirin û heta niha zêdetirî hezar girtiyî hatine berdan.
Birêvebirê Giştî yê Girtîgehan Îhsan Ebdulrehman Baban destnîşan kir ku efûya giştî ya Îraqê, Herêma Kurdistanê li xwe nagire û Herêma Kurdistanê dê xwedî yasaya efûya taybet be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse