Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serdanekê gihişt Hewlêrê û dê bi Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî re bicive.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî diyar kir ku Sûdanî dê mijarên girîng bi berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê re gotûbêj bike.
Beriya niha Mihemed Şiya Sûdanî bi serdanekê gihişt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat pêşwazîkirin.
Basim Ewadî li ser ziyareta Sûdanî ya Hewlêrê ji Rûdawê re got, "Serdan di çarçoveya bingeha pêwendî û gotûbêja derbarê mijarên girîng di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ye ku hikûmet bi hemû aliyên pêvajoya siyasî re tekeziyê lê dike."
Berdevkê Hikûmeta Îraqê di berdewamiyê jî de got, "Serokwezîrê Îraqê dê gotûbêj û şêwirdariyê bike ku ew jî li bin ronahiya guherînên navxweyî û bûyerên bi lez ên derveyî welat, dê pêdeçûn li ser dosyeyên hevbeş bê kirin."
Li gorî agahiyan, biryar e ku Mihemed Şiya Sûdanî îro bi Serok Mesûd Barzanî jî re bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse