Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê dê di warê perwerdeyê de peymanekê îmze bikin

12-04-2025
RÛDAW
Nîşan Dr. Mihemed Tirko Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Sîstema Perwerdeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û  Hikûmeta Sûriyeyê dê di warê perwerdeyê de peymanekê îmze bikin.

Mihemed Tirko ji Rûdawê re ragihand ku şandeyeke Rêveberiya Xweser dê serdana Şamê bike da ku li ser hûrgiliyên peymanê gotûbêjan bikin.

Her du alî dê di warê perwerdeyê de peymana xwe roja duşemê îmze bikin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê di hevpeyvîna xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku 2 milyon û 500 hezar zarok li derveyî sîstema xwendina Sûriyeyê ne û plana wan heye ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Peymana ku dê were îmzekirin jî ji bo çareserkirina pirsgirêka wan xwendekarên ku ji sala 2011an şûnde li gorî sîstema Rêveberiya Xweser dixwînin.

Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser roja duşemê peymana perwerdeyê îmze dikin

Mihemed Tirko ji Rûdawê re eşkere kir roja yekşemê şandeyeke Rêveberiya Xweser dê serdana Şamê bike da ku li ser hûrgiliyên peymanê gotûbêjan bikin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê her çiqasî naveroka peymana xwe ya bi Rêveberiya Xweser re eşkere nekir jî, ragihand ku beriya roja duşemê peymanê îmze bikin ew dê 2 heta 3 civînan bi şandeya Rêveberiya Xweser re bikin.  

Hefteya borî Mihemed Tirko di hevpeyvînekê de bi Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa planên wezareta xwe yên di warê perwerde û fêrkirinê de kir.

Tirko amaje kir ku 2 milyon û 500 hezar zarok li derveyî sîstema xwendina Sûriyeyê ne û plana wan heye ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê derbarê sîstema xwendina Rêveberiya Xweser jî de da zanîn ku ew hewl didin çareseriyê ji bo wan xwendekarên ku ji sala 2011an şûnde li gorî sîstema Rêveberiya Xweser dixwînin bibînin û ew dê hewl bide ku bawernameyên wan bên naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst