Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser hêzên wan berdewam in.
HPGyê da zanîn ku 2 gerîlayên wan 7ê Nîsanê di bombebaraneke dronên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye îro bi daxuyaniyekê ragihand ku êriş û bombebaranên Tirkiyeyê yên bi dronan berdewam in.
HPGyê diyar kir ku 7ê Nîsanê 2 gerîlayên wan li qada Çiravê ya li devera Gareyê di bombebarana dronên Tirkiyeyê de canê xwe ji desat daye.
Hêzên Parastina Gel (HPG) da zanîn ku ew dê nasnameya her 2 gerîlayên ku canê xwe ji dest daye piştre bi raya giştî re parve bikin.
HPGyê her wiha di daxuniya xwe de diyar kir ku ji bilî dronan bi top û obusan jî qadên wan bombebaran dikin.
Wezereta Parastinê ya Tirkiyeyê heta niha li ser bombebaranan ti daxuyanî belav nekirine.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an di çarçoveya pêvajoya aştiyê de bangî PKKyê kiribû ku xwe fesix bike û çekên xwe deyne.
PKKyê jî 2 rojan piştî bangê ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û amadebûna xwe ya ji bo gava fesixkirinê diyar kir lê bi mercê ku Ocalan bi xwe serpereştiya kongreyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse