Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li Hewlêrê civiyan

24-08-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hakan Fîdan Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li Hewlêrê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku hevdîtina li Hewlêrê dest pê kiriye û dê agahiyên li ser hevdîtinê werin parvekirin.

Hakan Fîdan, piştî hinek hevdîtinên li Bexdayê şevê din nîvê şevê gihişt Hewlêrê.

Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal da zanîn ku dê Fîdan bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî bicive.

Fîdan, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst