Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî: Divê mafên aborî yên Herêma Kurdistanê werin dayîn

14-01-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hadî Amirî Hevdîtin Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tevgera Bedrê Hadî Amirî li Bexdayê hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî daxuyeniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Barzanî û Amirî destnîşan kiriye ku “Divê mafên aborî û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê werin dayîn.”

“Divê aramiya Îraqê were parastin”

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku di hevdîtinê de “rewşe siyasî û ewlehiyê ya Îraqê” û “aloziyên li herêmê” hatine nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera Bedrê diyar kiriye ku “Divê aramiya Îraqê û jiyana xelkê werin parastin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku mijarên wekî “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina van pirsgirêkan bi rêya dîyalogê” jî hinek babetên vê hevdîtinê bûn.

Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî

Nêçîrvan Barzanî doh li Bexdayê beşdarî merasîma bibîranîna salvegera kuştina rêberê olî yê Şîe Mihemed Baqir Hekîm bû.

Barzanî piştre bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayiq Zeydan, Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî, Serokê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezalî û Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alîna Romanowskî re cuda cuda civiya.

Nêçîrvan Barzanî îro jî bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz û Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd re civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst