Mehmet Dara Akar: Baweriya Kurdan ji bo hilbijartin û demokrasiyê qels bûye

05-06-2024
RÛDAW
Serokê berê yê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Mehmet Dara Akar /Wêne: Rûdaw
Serokê berê yê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Mehmet Dara Akar /Wêne: Rûdaw
Nîşan Mehmet Dara Akar Şaredariya Colemêrgê Qeyûm AK Partî MHP DEM Partî Kurd
A+ A-

Serokê berê yê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Mehmet Dara Akar derbarê tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê got, “Baweriya Kurdên Tirkiyeyê bi sindoq, hilbijartinan û demokrasiyê qels bûye.”

Mehmet Dara Akar amaje bi wê yekê kir ku MHP nermbûnê naxwaze û bandora wê li ser polîtîkayên qeyûman heye û got, “Bandora MHPyê li ser AK Partiyê dewam dike ev jî van probleman derdixe pêşiya me.”

Akar teqez kir ku Kurd di nava Tirkiyeyê de çareseriyekê dixwazin wiha anî ziman, Kurd pêşeroja xwe di nava Tirkiyeyê de dibînin. Dixwazin di nava Tirkiyeyeke demokratîk de cihê xwe bigirin. Divê kes ji Kurdan netirse. Kurd zerer nadin Tirkiyeyê. Kurd Tirkiyeyê perçe nakin. Ne tenê Kurdên Tirkiyeyê, Kurdê Rojhilata Navîn tev bi Tirkiyeyê re dostanî dixwazin.”

Serokê berê yê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Mehmet Dara Akar beşdarî bultena Rûdawê bû li ser danîna qeyûm, helwesta DEM Partiyê û pirsgirêkên navber MHP û AK Partiyê bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da.

Rûdaw: Ez dixwzim pirsa min a yekemîn ew be, ji bo çi li benda biryara dadgehê neman, berya ku dadgeh biryar bide qeyûm avêtin ser Şaredariya Colemêrgê, çi eceleya wan hebû?

Mehmet Dara Akar: Em jî balê dikişînin ser vê meseleyê lewra vê yekê AK Partiyê xist nava tengasiyekê. Yanî 3 roj beriya vê biryara dadgehê tayinkirina vê qeyûmê AK Partiyê jî, hiqûqê jî xiste nava tengasiyê.

Ji ber wî ez vê fêm nakim. Ez wekî siyasetmedarekî ji AK Partiyê jî ev feyda nade polîtîkayên AK Partiyê. Ji xwe 3 paşê ev biyar derdiket.

Wexta ku biryar derket li gorî qanûna şaredariyan a Tirkiyeyê beriya 2016an wexta ku serokê şaredariyê ji wezîfeyê bihata girtinê, li şûna wî ji meclîsa şaredariyê kesek dihat tayînkirin.

Lê piştî darbeya leşkerî çawa bû? Mixabin biryarek hat dayîn ku di warê rêxistinên terorê de têkiliyên wan hebin di dewsa wan de parêzgar an qeymeqam tayîn dibû.

Ev biryara ku hate girtinê li herêmê bi awayekî endîşe hate pêşwazîkirin. Yanî nerazîbûn û endişeyên miletê zêde çêbûn.

Rûdaw: Birêz Akar, ev îdianameyên Doza KCKyê ji aliyê wan dozger û dadweran ve hatine amadekirin ku bixwe niha firarî ne, ji rêxitina FETOyê tohmetbar in niha li derveyî Tirkiyeyê ne. Yanî çawa ew îdianameyên ku wan kesan amade kirin niha xelk bi wan têne cezakirin, ev yek meqûl e?

Mehmet Dara Akar: Ez jî parêzer im. Ne di vê meseleyê de di gelek dosyeyan de em dizanin ku 2010, 2011, 2012, 2013 heta 2014an ev dozgerên FETOyê bûn. Îstixbarata emniyetê ya ku ev kar dişopandin di destê FETOyê de bû. Dive ev îdianameyên wan neyên qebûlkirin. Çimkî i 2014an de qebûl bûye. Wê çaxê FETO hem di emniyetê de hem jî di dadgehan bandora wan hebû.

Ji ber wê yekê lazim e em pelekî nû vebikin ji bo Tirkiyeyê. Wekî mînak ev mesele di çar xalan de ji bo Tirkiyeyê problem derxistiye.

Xala yekemîn ev e; Baweriya Kurdên Tirkiyeyê ji bo sindoq, hilbijartinan û demokrasiyê qels bûye. Darbe lê ket.

Ya duyemeîn; DEM Partî ber bi sîstemeke demokratîk û meşrû ve diçe. Xuyaye DEM Partî di van salên dawî de sindoq û hilbijartinan esas girtine. Lazim e em tev DEM Partiyê tevlî sîstema demokratîk a Tirkiyeyê bikin. Wexta ku DEM Partî ji sîstema siyaseta demokratîkbûna Tirkiyeyê derkeve feyda wê çênabe zerera wê çêdibe. CHP jî dibêje qismekî AK Partiyê jî dibêje em DEM Partiyê daxilî sîstema demokratîk a siyaseta Tirkiyeyê bikin.

Ya sisêyan jî; Tirkiye di qada navneweyî de probleman bibîne. Lewra Konseya Ewropaye sê caran îxdar da Tirkiyeyê di vî warî de. Ew jî problemekê derdixe pêşiya. Tirikiyeyê lewra wexta ku îtibara Tirkiyeyê di nav qada navneteweyî de zirarê bibîne, di warê aboriyê de jî problem çêdibin. Sermaye nayê Tirkiyeyê. Divê mirov îtibara Tirkiyeyê bide ber çavan.

Ya çaremîn; Hûn dizanin piştî biryara Wanê ku birêz Abdullah Zeydan dewam kir, hêviyek çêbûbû. Piştî wê jî navbera CHP û AK Partiyê de normalbûyîn û nermbûyîn dest pê kiribûn, proseyeke nû dest pê kiribû, hêviyek çêbûbû.

Birêz Serokkomar jî li Kizilcahamamê 3-4 roj berê bal kişandibû ser wê yekê ku li pêşiya Tirkiyeyê demokrasî hebe, azadî hebe, problemên Tirkiyeyê çareser bibin, destûreke bingehîn a nû em çêbikin. Diyalog û dîplomasî di navbera partiyan de çêbûbû. Heta heteya AK Partiyê çû DEM Partiyê jî ziyaret kir. Hêviyeke miletê hebû. Lê ev biyar vê hêviyê qels kir, peşk lê ket.

Rûdaw: Birêz Akar, di demeke ku we jî behs kir Serokkomarê Tirkiyeyê behsa ber bi çûna demokrasiyeke zêde kir behsa azadiyan kir, kî ne yên ku ev biryareke didin, di nava AK Partiyê bixwe de jî?

Mehmet Dara Akar: Li gorî fikira min a şexsî, bandora MHPyê li ser van polîtîkayan heye lewra MHP razî nîne û naxwaze nermbûyîn û normalbûyîn di navbera AK Partî û CHPyê û digel mixalefetên din jî çêbibe. Dibêjin `xetên me yên sor hene.` Bandora MHPyê li ser AK Partiyê dewam dike ev jî van probleman derdixe pêşiya me.

Ez dikarim vê jî bi kurtasî bibêjim, di nav AK Partiyê de jî hem siyasetmedar hem jî rojnameger û akademîsyen ew jî bûne du alî. Aliyekî dibêje problem û metirsî li ser Tirkiyeyê hene, endîşeyên Tirkiyeyê hene. Li Rojhilata Navîn û derdora Tirkiyeyê ji bo Tirkiyeyê tehdît û rîskên ewlehiyê hene. Wekî em bibêjin dewletên mezin dixwazin di nav Tirkiyeyê de alozî çêbikin, parçebûna Tirkiyeyê jî di nav projeyên nevneteweyî de heye. Bi vî awayî endîşeyên xwe tîinin ziman.

Lêbelê aliyekî din jî dibêje ancax mirov DEM Partî û Kurdan tevlî sîstema demokratîka Tirkiyeyê bike, ev rîskên pêşiya Tirkiyeyê berteref bibin. Yanî bi Kurdan re wexta ku aştiyek çêbibe, çareseriyek çêbibe hem Kurd hem jî partiyên siyaseta Kurd DEM Partî û yên din di nava sîstema siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê de cihên xwe bigirin ew rîskên pêşiya Tirkiyeyê dê berteref bibin.

Wexta ku mirov Kurd, DEM Partî û partiyên din berteref bike, wan ji sîstemê dûr bixe wê endîşe zêdetir bibe, dê rîsk zêdetir bibin. Ji vir pê de DEM Partî jî lazim e ku helwesta xwe ya sivîl û demokratîk dewam bike, wesayeta PKKyê ku li ser DEM Partiyê heye ew wesayet divê rabe.

Ev demek e ku em dibînin berpirsên DEM Partiyê bi berpirsyarî hereket dikin, naxwazin ku xerab bibe, naxwazin ku alozî çêbibe. Em vê jî erênî teşxîs dikin. Ti kes bi zimanekî tundutûjî napeyîve. Berpirs an jî berdevkên DEM Partiyê anî ziman ku em piştgirî didin makezagoneke sivîl û demokratîk.

Rûdaw: Kurdên di nav AK Partiyê de vê rewşê çawa şîrove dikin? hûn di nava xwe de behsa vê mijarê dikin gelo?

Mehmet Dara Akar: Belê rast e ez bi gelekan re têkildarê im lê kes wekî min bi aşkere di televîzyon û çapemeniyê de nayîne ziman. Lê Kurdên di nava AK Patiyê de jî, demokratên di nava AK Patiyê de jî, lîberalên di nava AK Partiyê de jî û gelek aliyên AK Partiyê hene ku ew jî rîsk dibînin. Ji vir pê ve di tişt lazim in.

Yek; lazim e ku DEM Partî têkiliya xwe bi Qendîl, PKK û wesayeta PKKyê re qut bike, wê bandorê red bike. Siyaseteke aştiyane, demokratîk û sivîl bide pêşiya xwe. Ji vir pê de çi şaredar dibin, çi jî wekîl dibin namzedên ji kesên ku ji aliyê gel ve bên qebûlkirin, problemên wan ên hiqûqî tinebin, têkiliyên wan bi rêxistinan re tinebin destnîşan bikin.

Rûdaw: Lê di nava Kurdan de kesekî di aliyê hiqûqî de dozên wî tinebin, bi tiştekî nehatibe tohmetbarkirin bi rastî zehmet e were peydakirin. Hûn jî vê yek dizanin û li bajarekî wekî Amedê dijîn...

Mehmet Dara Akar: Hebûn, ez dizanim. Lê di nava DEM Partiyê de yên ku rîskên wî kêm bin hebûn, ne ku tinebûn. Heta navên wan ez li vir nikarim bînim ziman, di nava raya giştî de dihatin nîqaşkirin, wan jî xwe eşkere kir. Belkî ew bibûna ev prose dê nermtir derbas bibûya.

Divê DEM Partî wezîfeya xwe bi cih bîne, di nava siyaseta demokratîk, sivîl û aştiyane de cihê xwe bigire. Siyaseta Tirkiyeyê desthilat dibe, mixalefet dibe, parlamento dibe ew jî divê DEM Partiyê û siyaseta Kurd ji siyasetê dûr nexin, wan berteref nekin, wan teşwîqî siyaseta sivîl û demokratîk bikin. Çareserkirina probleman di Parlamentoya Tirkiyeyê de ye, li Enqereyê ye.

Lazim e ku diyalog dewam bike. di navbera AK Partî û CHPyê de çi her diyalog heye, lazim e ku di nava AK Partî yanî desthilat û DEM Partî û partiyên din ên mixalefetê jî diyalog û dîplomasî dewam bike.

Li pêşiya me cejna gorî/qurbanê heye, ev bibe sebeba diyalogê. Ez hêvî dikim ku ji bo vê cejnê Desthilat, mixalefet, DEM Partî ji bo xatirê cejnê herin hev ziyaret bikin. Nermbûn û normalbûna Tirkiyeyê di warê siyasetê dewam bike.

Lewra Kurd di nava Tirkiyeyê de çareseriyekê dixwazin. Kurd pêşeroja xwe di nava Tirkiyeyê de dibînin. Dixwazin di nava Tirkiyeyeke demokratîk de cihê xwe bigirin. Divê kes ji Kurdan netirse. Kurd zerer nadin Tirkiyeyê. Kurd Tirkiyeyê perçe nakin. Hevaltî û biratiya Kurd û Tirkan bi hezar salî ye. Ne tenê Kurdên Tirkiyeyê, Kurdê Rojhilata Navîn tev bi Tirkiyeyê re dostanî dixwazin.

Rûdaw: Wekî siyasetmedar û mafnas texmîna we çi ye? Gelo ev meseleya qeyûman berdewam be? Ji ber ku ceza li ser hinek şaredarên din jî hene ango dozên wan berdewam in, Abdullah Zeydan e, Ahmet Turk e. Wê ev helwesta dadweriyê yan hikûmetê berdewam be?

Mehmet Dara Akar: Vê gavê em nizanin ev a Colemêrgê tiştekî spesîfîk e yan tiştekî giştî ye. Yanî polîtîkaya AK Partiyê di vî warî de çi ye hîn em nizanin. Belkî ev ên ku zêde problemên wan hebin wekî yê Colemêrgê dora 19 sal û 6 meh ceza girtiye li şûna wan qeyûm bê danîn.

Yên ku problemên wan ên hiqûqî tinebin an derheqê wan de lêpirsînek an biryareke cezayê tinebin gelo derheqê wan de ev polîtîkaya qeyûman dewam bike neke em dê di rojên pêşiya xwe de bibînin. Aniha aşkereyek tine. Serokkomar got hurmeta me ji biryara dadgehê re heye lê negot em dî vê dewam bikin an nekin.

Çavê miletê jî, çavê Kurdan jî, yê Tirkiyeyê jî li ser vê meseleyê ye.Wekî siyasetmedarek û hiqûqnasek şîreta min ev e; her çiqasî di nav van şaredaran de problemên wan hebin û dadgeh derheqê wan de biryarên cezayî bide, li şûna wan qeyûm na, bila meclîsa şaredariyê di nava xwe de kesekî hilbijêre û wî bike şaredar.

Di meclîsa şaredariyê de dora 50 endamên meclîsê hene. Problem û sûcên tevan tinin. Helbet di nav wan de kes hene ku problemên wan ên hiqûqî tinin. Ege li gorî qanûna şaredariyê ya Tirkiyeyê ya 5393yan û biryarên Konseya Ewropayê hereket bikin em dê van probleman berteref bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst