Li Amedê jinek hat kuştin

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Kuştin Jin Jina Ducanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jinek ji ber sedemeke nediyar bi çekê hat kuştin.

A.Ş. li Taxa Huzurevleriyê ya Amedê ji ber sedemeke ne diyar bi çekê êrişî jina bi navê E.D. kir û ji cihê bûyerê reviya.

E.D.yê di encama êrişê de canê xwe ji dest da.

Li ser agahdakririnê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê E.Dyê ji bo otopsiyê bir Saziya Tiba Dadî ya Amedê.

Hêzên ewlehiyê jî ji bo desteserkirina êrişkar dest bi xebatan kiriye.

Li hêla din, dîmenên dema êrişê ji aliyê kamerayeke ewlehiyê ve hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst