Demîrtaş li ser êrişa çekdarî ya li Enqereyê daxuyanî da

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Erişa li Enqereyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş li ser êrişa çekdarî ya li Enqereyê got, “Em êrişa li Enqereyê şermezar dikin.”

Li navçeya Kahramankazanê ya parêzgeha Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişeke çekdarî hat kirin û piştî wê dengê teqînan hat bihîstin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku 3 hêzên ewlehiyê hatine kuştin û 15 kes jî birîndar in û her wiha 2 êrişkar jî hatine kuştin.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

Demîrtaş di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Em êrişa li Enqereyê şermezar dikin, rehma Xwedê li kesên mirî be, em ji xizmên wan re sersaxiyê û sebrê dixwazin. Em ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.

Hişmendiya ku hewl dide xebatên çareserkirina pirsgirêkan a bi axaftin, diyalog û siyasetê bi xwînê rawestîne, divê zanibe ku heger Ocalan însiyatîfê bigire û bixwaze rê li ber siyasetê veke, em dê bi hemû hêza xwe li pişt wî bin.

Em dê ti nêzîkatiyên ku siyaseta demokratîk û lêgerîna aştiyê pûç bike û bê îrade bike, qebûl nekin.

Divê her kes hesabên xwe li gorî wê bike. Em dê vê carê destûrê nedin ku dengê kesên aştiyê dixwazin were birîn.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê diyar kir ku “êrişa çekdarî ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst