Lehiya li Êlihê gelek çîrokên dilşewat li pey xwe hiştin: Ji girî dengê wî ketiye

22-11-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Heqî Guner bavê sê zarokên ku di lehiyê de xeniqîbûn / Wêne: Rûdaw
Heqî Guner bavê sê zarokên ku di lehiyê de xeniqîbûn / Wêne: Rûdaw
Nîşan Heqî Guner Êlih Lehî
A+ A-

Êlih (Rûdaw) - Lehiyê li Êliha Bakurê Kurdistanê birînên kûr vedane û çîrokên dilsoj li pey xwe hiştin.

Li Êliha Bakurê Kurdistanê pêr bi şev piştî baraneke gur li taxên Huriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîdanê lehî rabû.

Li wan taxan hinek cade, kolan, mal û dikanan di bin avê de man.

Li taxa Seyîdan jineke 54 salî ya bi navê Lalîxan Guler û 3 neviyên wê li ber lehiyê çûn û wan canê xwe ji dest da.

Tîma Rûdawê çû Êlihê, bavê ku 3 zarok û dayika wî di lehiyê de xeniqîbûn dît û pê re axivî.

Bav dema qala wê kêliya ku destê wî û zarokên wî di lehiyê de ji hev qetiyane dike, nikare hêstirên çavên xwe bigire û dest bi girî dike.

Heqî Guner bavê 5 zarokan e. Du keç û kurekî wî û dayika wî Lalîxan di lehiya Êlihê de xeniqîn.

Ev 3 roj in xew bi çavên wî neketiye. Bi vî halê xwe jî şande û kesên ku tên şîna wî pêşwazî dike.

Hingî ku Guner li ser her sê zarokên xwe giriyaye, dengê wî ketiye.

Dema qala wê şeva ku zarokên wî ji nava destên wî filitîn û li ber lehiyê ketin dike, gotin di qirik û gewriya wî de asê dimînin.

“Her sê ji destê min filitîn û min hew ew dîtin”

Heqî Guner  bavê 3 zarokên qurbanî got, “Dengê wan nehate min. Ku denge wan bihata, min dê bigotana, 'Bavo destê min bigire.'

Min nikaribû destê wan bigirta. Em her sê di binê avê de bûn. Ji destê min filitîn û min hew ew dîtin.”

Dema mirov bi çavên ronahî li xisara ku lehiyê daye taxa Seyîdanê dinêre, wî wêneyê ku ji ber vê karesatê maye baştir dibîne.

“Got 'Apo were min xilas bike' min nikaribû ew xilas bikira”

Yaqûp Guner kurê Lalîxan Gunerê wiha axivî, “Biraziyê min li vir bi dirabeyê ve bû. Wî got 'Apo were min xilas bike' min nikaribû ew xilas bikira.

Dêya min ben ketibû stûyê wê û lingê wê aliqî bû. Qirika wê tiji xwelî bûbû û xwîn ji pozê wê dihat. Me 3 cesed jî li xwarê dîtin.”

Piştî wê karesata ku ji 4 kesan re bû gor, her roj komîsyona tespîtkirina xisaran tê wan taxan û zerera xelkê yek bi yek dinivisîne.

Kesên navê xwe dinivisînin, dixwazin zirara wan zû bê qerebûkirin.

“Jixwe canê çû êdî venagere”

Welatiya bi navê Aycan anî ziman, “Em ji wan çi dixwazin? Jixwe xanî nemane.

Yên ku xaniyên wan çûne bila xanî bidin wan, ên ku malê wan çûye bila mal bidin wan. Jixwe canê çû êdî venagere.

Bila destekê bidin û alîkariyê bikin. Xaniyê min tev çûye û odeyek maye. Ez dê çi jê fam bikim.”

“Xwarin di qirika me re naçe”

Welatiya bi navê Meral got, “Em bê çare ne. Bila çadirekê ji me re vegirin. Bila livînan bînin. Em xwarinê naxwazin.

Xwarin di qirika me re naçe. Cihê me yê ku em lê razên tune. Zafî serma ye.”

Li aliyekî komîsyona nivîsandina navan û li aliyekî din jî paqijkirina kuçe û kolan berdewam dike.

Hîn jî nediyar e bê vv birîn dê kengî bê pêçan û kengî kew bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst