ÊLIH - 5 hezar lîreyan didin mexdûrên lehiyê

28-11-2023
RÛDAW
Nîşan Êlih Zonguldak Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê bo her malbateke mexdûr a lehiyê yên li Êlihê û Zonguldakê 5 hezar lîreyên Tirkî wekî alîkarî bê dayîn ku dike 170 dolar.

Li Êliha Bakurê Kurdistanê û li bajarê Zonguldakê yê Tirkiyeyê û navçeya wê ya Eregliyê 20ê Çiriya Paşînê lehî rabû.

Ji ber lehiyê li taxa Seyîdan a Êlihê 4 kesên ji heman malbatê canê xwe ji dest da û hejmareke zêde ya xaniyên welatiyan di bin avê de man.

Lehiyê li Êlihê zerer û ziyaneke zêde ya maddî li pey xwe hişt.

Li bajarê Zonguldakê jî piştî baraneke bihêz lehî û bahoz rabû û bû sedema zerer û ziyanên canî û maddî.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû mexdûrên lehiya Êlihê û Zongudakê dê bên qerebûkirin.

Piştî gotinên Erdogan, Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemîr Goktaşê îro li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku dê li parêzgehên Êlih û Zonguldakê ji bo her maleke mexdûra lehiyê 5 hezar lîreyên Tirkî bê dayîn.

Mahînur Ozdemîr Goktaşê ragihand ku dê ew alîkarî bi rêya Weqfa Hevgirtin û Alîkariya Civakî li ser welatiyan bê dabeşkirin.

Bi gotina Mahînur Ozdemîr Goktaş li parêzgeha Êlihê bi giştî ji hezar 188 malên mexdûrên lehiyê re 5 milyon û 940 hezar lîre tên dayîn.

Herwiha  li navenda bajarê Zonguldakê  li ser 100 malan 500 hezar lîre tên dabeşkirin û li navçeya wê ya Ereglî jî li ser 311 malan milyonek û 555 hezar lîre pere wek alîkariya lehiyê tê dabeşkirin.

Goktaşê got, “Me ji bo van her du bajarên xwe bi giştî 7 milyon û 995 hezar lîre veqetandiye.

Em birînên xwe bi hev re dipêçin û xebatên me bê navber didomin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst