Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêra Surp Gîragos a li navçeya Sûrê ya parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê Cejna Paskalyayê (Vejînê bi çalakiyên ayînî hate pîrozkirin.
Li Dêra Surp Gîragos a li navçeya Sûrê ya Cejna Paskalyayê (Vejînê) bi çalakiyên ayînî hat pîrozkirin.
Ayîn ji aliyê Keşe Arsen Ekînciyan ku girêdayî Metrantiya Ermenên Tirkiyeyê ve hat birêvebirin.
Keşe jî beşdarî ayînê bûn û di ayînê de çîroka Hewa û Adem a di Încîlê de hat gotin. Keşe Arsen Ekînciyan, di axaftina xwe behsa girîngiya aştî û xwişk û biratiyê.
Hevserokên Şaxa Amedê yên DEM Partiyê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, Parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes tev lî pîrozbahiya Cejna Paskalyayê bûn.
Piştî bidawîhatina merasîma ayîn Cejna Paskalyayê bi kade û hêkan hate pîrozkirin. Welatiyên ku hatine dêrê, find pêxistin û dua kirin.
Cîgirê Serokê Weqfa Dêra Ermenî ya Surp Giragos Ohannes Gafur Ohanyan derbarê Cejna Vejînê de axivî û cejna li hemû cîhana Kristiyan pîroz kir.
Ohanyan diyar kir ku piştî demeke dirêj li Dêra Ermenî ya Surp Giragos wan di keşûhewayeke aram de de cejna xwe pîroz kiriye û got:
"Em hêvî dikin ku ev cejn, weke her tim, ji bo hemû mirovahiyê bibe sedema aştî û xweşikiyan.
Em cejna her kesî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn ji bo herkesê xweşiyan bîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse