Mexdûrên lehiyê: Zarokên me pêxwas û birçî ne

20-11-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Êliha ji ber lehiyê jinek û 3 neviyên wê di avê de xeniqîn
Li Êliha ji ber lehiyê jinek û 3 neviyên wê di avê de xeniqîn
Nîşan Êlih Lehî
A+ A-

Êlih (Rûdaw) - Li bajarê Êliha Bakurê Kurdistanê ji ber lehiya ku rabû jinek û 3 neviyên wê di avê de xeniqîn.

Cenazeyên wan îro piştî xebata dûvedirêj hatin dîtin.

Kes û karên wan qurbaniyan û welatiyên ku ji lehiyê zirar dîtine, dibêje hemû mal û xanî û kel û pelên wan li ber lehiyê ketine lê heta niha dewletê ti alîkariyek nedaye wan.

Barana ku bi awayekî dijwarî lêkir, herî zêde bandora xwe li Êlihê kir.

Ji ber lehiya ku rabû jinek û 3 neviyên wê di lehiyê de xeniqîn. Cenazeyên wan piştî lêgerîneke dûvedirêj hatin dîtin.

“Ji xeynî Xwedê kesekî vî gelî nîne”

Welatî Emîn Bulut ji Rûdawê re got:

“Kes ji bo xwedê, ne walî û ne jî serokê şaredariyê, tu kes nehatiye vê derê. Ji xeynî Xwedê kesekî vî gelî nîne yaho. Ji bo xwedê yaho.

Ev der ne Îsraîl û Filistîn e yaho. Evder ne Filistîn e yaho. Evder Batman e yaho. Ka li ku ne? Ka misilman? Ka Tirk? Ka Kurd li ku ne? Ka rayedar li ku ne yaho?

“Dewlet li vir nîne”

Mexdurekî lehiyê jî got, “Kes tune ye li vê derê yaho. Dewlet li vir tune ye, dewlet.”

Taxa Seyîdan ku li ber newalek hatiye avakirin ji ber lehiyê serobino bûye.

Li hin cihan dîwarên xaniyan, li hin cihan otomobil û li hin cihan jî hemû alav û amûrên nava malê li ber lehiyê ketin.

Xelk nema dizane ka bermahiyên ji ber lehiyê bidin hev an xwe ji sir û seqema hewayê biparêzin.

Mexdûrê lehiyê Behzad Guner jî got:

“Waliyê me li ku ye? Ka bila bê li halê me binêre. Ji şevê din ve em birçî ne. Em perîşan in, em tazî ne.”

“Kesî xwarinê nedaye me”

Welatî Fehîde Guner jî wiha axivî:

“Ji duh ve em li vir in. Em li hêviya AFADê bûn. Tu alîkariyek nedan me. Xaniyê me tev li ber avê çûn.

Tev talan bûn. Zarokên me tev pêxwas in, tev birçî ne. Ji duh ve kesî xwarinê nedaye wan.”

“Em ji şevê din ve birçî ne”

Welatî Guler Guner jî da zanîn ku dîwarê wan tev hilweşiyan û wiha domand:

“Vaye hûn halê me dibînin. Em ji şevê din ve birçî ne, tev li derve mane.

Xelkê hat bi xêra xwe cil dan zarokên me. Em dixwazin dengê me bibihîsin, bila alîkariyek bidin me.”

“Min cenaze di bin heriyê de dît”

Jinmama qurbaniyekî Seybet Guner jî got:

“Min cenazeyê kurê tiyê xwe di vir de dît. Zilamê min dît, telefonê polîsan kir.

Di binê heriyê de bû, ez tirsiyam. Ez reviyam, min hawar kir.”

“Her tişt li ber avê çûn”

Zererdîtiya lehiyê Suheyla got:

“Bi xwedê ev xaniyê kurê min bû, du ode û salon bû. Bûka min bi hemle, tevî du zarokên xwe tê de razayî bûn. Tiştê ku me dît, me bi zor û kotekî zarokê xwe jê xilas kir.

Bi xwedê tev bi avê re çûn. Sarinc bû, eşya bû, mala wî bû. Her tiştê wî tê de çû.”

Li gorî agahiyên ku nehatine pişrastkirin li taxa Seyîdan herî kêm 50 malan zirarake mezin dîtine.

Lê ew nizanin ka dê zirar û ziyana wan bi çi awayî û kengê bê qerebûkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst