Mexdûrên lêhiyê: Ka dewlet, me cenaze bi destê xwe ji bin heriyê derxistin

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Êlih Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di encama lêhiyê de jinekê û 3 neviyên wê canê xwe ji dest da û gelek welatî jî ji malên xwe bûn.

Mexdûrên lêhiyê, ji ber ku heta niha kes bi hewara wan ve neçûye daxwaza îstifakirina parêzgarê bajêr kir.

4 kesan canê xwe ji dest da

Şeva borî piştî baraneke gur li taxên Huriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîdanê lehî rabû.

Li wan taxan beşeke cade, kolan, mal û dikanan di bin avê de man.

Li taxa Seyîdan jineke 54 salî ya bi navê Lalîxan Gulerê û 3 neviyên wê li ber lehiyê çûn û winda bûn, piştî demekê cenazeyê Lalîxan Gulerê hat dîtin.

Sê zarokên xwişk û birayên hev di navbera 1 û 9 salî de bûn.

Herwiha piştî xebatên lêgerînê cenazeyên her sê zarokên bi navên, Asenat (1),  Îsrafîl (5) û Bîrgul Gunerê vê sibehê hatine dîtin.

Mal di bin avê de man

Li wan taxan û bi taybetî li gundan beşeke cade, kolan, mal û dikan di bin avê de man.

Berpisê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak çû taxa Seyîdanê ya ku herî zêde lêhiyê bandor lê kiriye.

Mexdûrên lehiyê, ji ber ku xaniyên wan mane di bin avê de, daxwaza kon, stargeh û alîkariyê kirin.

Nîştecihên taxê, ji ber ku heya niha ti alîkarî nehatiye kirin bi diruşma “Walî îstifa” bertek nîşan da.

“Ev der ne Filistîn, Êlih e”

Serokê Meclîsa Gel a Êlihê Emîn Bulut nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman:

“Zêdetirî 12 demjimêran e gelê me di vê rewşê de ye. Welatiyên me mirine û ji wê demê ve em bi zarokan ve di nava heriyê de ne.

Ne walî, ne serokê şaredariyê, ti kes ne hatiye vir. Ji bilî Xweda ti kesê vî gelî nîne. Ev der ne Filistîn e. Ev der Batman e.

Ka misilman li kû derê ne! Rayedar li kû derê ne! Dewlet li kû derê ye! Me cenazeyên xwe bi destê xwe ji binê heriyê derxistin.”

“Rayedarek tenê jî nehatiye!”

“Ka dewlet, kes bi hawara me ve nehatiye”

Nîştecihê taxê Îdrîs Guner jî wiha axivî:

“Mala min, traktora min  û hemû malê min, her tiştê min çû. Di hindirê mala min de tenê fayansên rût man. Ji duh ve em di vê rewşê de ne.

Dewleta me ev dewlet e, tenê li xwe dinêre. Ka Walî, ka rayedar û dewlet. Rayedarek tenê jî nehatiye vir.”

“Ma wijdana wan heye!”

Mexdûrek din jî got:

“Hema bêje hemû gundî li derve mane. Ma dewlet nîne li vir, ma wijdana wan heye gelo?

Gelek xwediyên van malan di girtîgehê de ne. Tenê jin li vir in. Kes nehatiye alîkariya me.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst