Ji 6 saliyê heta 88 saliyê, jiyaneke tijî pirtûk

20-04-2025
Abdulselam Akinci
Hecî Kasim Guneş û Abdulselam Akinci\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Hecî Kasim Guneş û Abdulselam Akinci\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mêrdîn Hecî Kasim Guneş Xwendina Pirtûkan Xwendina Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kalemêrê 88 salî Hecî Kasim Guneş, Kurdekî ji Mêrdînê ye ku tevî ku neçûye dibistanê jî, bi derfetên xwe xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî, Erebî û Tirkî bûye û zarokên xwe jî fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dike.

Çîroka hevnasîna wî ya bi edebiyatê re di 6 saliya wî de dest pê kiriye. Ji wî temenî heta niha pirtûk ji destên wî neketine û ew niha jî bi berdewamî dixwîne.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî çûye mala Hecî Kasim û çîroka wî ya di nav pirtûkan de tomar kiriye.

Heciyê xwende û evîndarê xwendinê dibêje, "Welleh ji dema bi ser hişê xwe ketim, ez dixwînim.

Li welatê me mekteb nebû. Em neçûne mektebê.

Zarokên min jî ji xwendinê hez dikirin. Min hemûyan li ber xwendinê danîne."

Malbateke xwendevan

7 zarok û 60 neviyên Hecî Kasim hene. Wî wekî mamosteyekî rêberî ji hemû zarok û neviyên xwe re jî kiriye û bi teşwîqa wî re eşqa xwendinê ketiye dilê hemû endamên malbatê.

Keça Hecî Kasim Ferîha Guneş jî dibêje: "Em ji Kurdî, Erebî, Tirkî hemû ji bavê xwe hîn bûne.

Em neçûne mekteban jî, hemû wî em fêr kirin û em elimandin hemû zimanan jî. Ne dihişt em herin îşê dunyayê bikin, hema ji me re digot bixwînin.

Jiyana me jî wilo guherî. Elhemdûlîlah em herin ku derê jî em dizanin herin.

Em dikarin herin serê dunyayê jî. Em bi xêra bavê xwe ewqas elimîn.

Bavê min wekî mielimê me bû. Em biçûk bûn jî me dielimand, em mezin jî bûne me dielimîne û zarokên me jî dielimîne.”

Mala me wan wekî medreseyekê bû

Hecî Kasim û kurê wî Şêxmûs ji endamên malbatê komên xwendinê jî ava kirine. Dem bi dem beşdarên komê biguherin jî çalakî û rîtuela wan naguhere karê wan; zwendin, xwendin, xwendin e.

Kurê Hecî Kasim, Şeyhmus Guneş jî dibêje: "Mala me wekî medreseyek bû.

Bavê min me dielimand xwendina Quranê û Kurdî. Kurdî jî Nûbihar, Mewlûd, Nehcûl Enam. Piştî ku em çûn mektebê jî em Tirkî elimîn.

Bavê min her roj du cûz Quran û pêncî rûpel pirtûk dixwîne. Her zarokekî me pirtûkxaneyeke wî heye. Pirtûkxaneya me cuda ye, ya zarokan cuda ye."

Sê sal berê teşhîsa nexweşiya alzheimerê li Hecî Kasim hatiye kirin.

Tevî wê yekê jî ew her dixwîne.

Li gorî gotina kurê wî dibêje bi saya xwendinê alzheimera wî sivik derbas dibe û xwendin nahêle ku nexweşî lê giran bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst