Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê nûçeyên derbarê ku dê kesekî din li şûna Sirri Sureyya Onder di Heyeta Îmraliyê de cih bigire red kirin.
DEM Partî dibêje endama din a heyetê Pervîn Buldan li nexweşxaneyê ye û dê serokwekîlên koma wan li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê bicivin.
DEM Partiyê îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa endamê Heya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
DEM Partiyê ragihand ku çarseriya Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneyê berdewam e û got:
"Partiya me bi hemû saziyên xwe li nexweşxaneyê li bendê ye û em bawer dikin ku hevalê me Sirri Sureyya Onder dê di demek herî kurt de baş bibe û ji cihê ku lê maye berdewam bike."
"Nûçeyên ne rast tên belavkirin"
DEM Partiyê red kir ku li şûna Sirri Sureyya Onder dê kesekî din di Heyata Îmraliyê de cih bigire û got:
"Di vê mijarê de dema ku partiya me, raya giştî pir hesasiyet nîşan dide, mixabin nûçeyên spekulatîf ên ku li ser agahiyên rast nayên dayîn jî tên belavkirin.
Di serî de agahiya ku dê li şûna Sirri Sureyya Onder navê kesekî nû di Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih bigire ne rast e.
Partiya me ev mijar neaniye rojevê û nîqaş nekiriye, pêşîneya sereke ya partiya me ew e ku hevalê me Sirri Sureyya Onder baş bibe."
DEM Partiyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
"Ji ber pirsgirêka tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û ji ber qerebalixiya li nexweşxaneyê ku Pervîn Buldan jî li wê derê ye, dê Serokwekîlên Koma Partiya me hevdîtinê li gel Wezîrê Dadê bikin."
Sirri Sureyya Onder ji 15ê mehê ve piştî ku krîza dil lê da hat emeliyatkirin û di bin çavdêriya hûr a bijîşkan de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse