PYD: Pêwîst e Kurd hevgirtî bin da ku karibin mafên xwe bi dest bixin

26-01-2025
RÛDAW
Nîşan PYD Sîhanok Dîbo Kurd Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya PYDyê Sîhanok Dîbo got, "Pêwîst e Kurd hevgirtî bin da ku karibin mafên xwe bi dest bixin."

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Piştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku ligel şandeyeke partiya xwe li Silêmaniyê ye, derbarê bipêşketinên dawî yên siyasî û leşkerî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Doh li bajarê Silêmaniyê dîdareke taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

Şandeyeke PYD jî ji bo ku beşdarî di wê dîdarê bike ji Rojavayê Kurdistanê hat Başûrê Kurdistanê.

Li Rojavayê Kurdistanê çavê hemû aliyan li hewlên ji bo yekrêziya Kurdî ne.

Ew hêvî piştî serdana Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî ya Hewlêrê û kombûna wî ya li gel Serok Mesûd Barzanî bilindtir bûn.

"Pêwîst e Kurd hevgirtî bin da ku karibin mafên xwe bi dest bixin"

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya PYDyê Sîhanok Dîbo ji Rûdawê re got, "Niha Sûriye di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û pêwîst e Kurd hevgirtî bin da ku karibin mafên xwe bi dest bixin."

Her wiha Sîhanok Dîbo got, "Yek ji mekanîzmeyên sereke yên ji bo parastina destkeftinên Rojavayê Kurdistanê û maf û doza Krudî li wî parçeyê Kurdistanê bi rengekî destûrî, serxistina diyaloga Kurdî-Kurdî ye.

Di vê demê de pêwîst e ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê yek deng û yek helwest bin da ku karibin doza xwe bi awayên siyasî çareser bikin."

"Şande tenê ji PYNK û ENKSyê pêk nayê"

Di beşeke din a axaftina xwe Sîhanok Dîbo wiha anî ziman:

"Yek ji pêngavên piratîk ên pêkanîna yekrêziya Kurdî avakirina şandeke hevbeş e.

Ew şande ne tenê ji Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî û Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê pêk bê, belku partiyên li derveyî wan her du aliyan, kesên serbixwe, rêxistin û rûspî jî cih di nava wê şandê de bigirin."

HSD û hikûmeta nû

Hikûmeta nû ya Sûriyeyê biryar daye ku hemû grûpên çekdar çekên xwe deynin û tevlî nava artêşa nû bibin.

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Merhef Ebû Qesra beriya niha gotibû ku tenê YPGyê banga wan a danîna çekan bi cîh neaniye.

Derbarê wê yek de jî Sîhanok Dîbo diyar kir ku ew dixwazin artêşeke pirreng a Sûriyeyê bê avakirin û HSD bi taybetmendiya xwe tevlî nava wê artêşê bibe.

“Em dixwazin hevkariya li gel Hevpeymaniya Navneteweyî bi pêş bixin"

Derbarê hevkariya li gel Hevpeymaniya Navneteweyî jî Sîhanok Dîbo ragihand ku çend sal in HSD û Hevpeymaniya Navneteweyî di warê şerê li dijî DAIŞê hevkariyê dikin lê ew dixwazin ew hevkarî di warê aborî û siyasî de jî bê bipêşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst