Bombebaranên Tirkiyê ziyaneke mezin gihandiye sînorê Amêdiyê

19-07-2023
Nayif Remezan
Nayif Remezan
Ji ber bombebaranên Tirkiyê li deverên sînorî yên Amêdiyê bi sedan donim daristan û cihê çêre şewitîne
Ji ber bombebaranên Tirkiyê li deverên sînorî yên Amêdiyê bi sedan donim daristan û cihê çêre şewitîne
Nîşan Amêdiyê Bombebaran Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bombebaranên artêşa Tirkiyê û şerê wê yê ligel PKKê bûye sedem ku xelkê sînorê navçeya Amêdiyê ya Duhokê bikevin tengesiyeke mezin. Niha êdî kerta ajeldariyê li wê navçeyê li gorî berê gelek lewaz bûye.

Bi taybetî jî li gundên derdora çiyayê Metîna ku bombebaraneke zêde lê heye û her wiha giyayê wê navçeyê jî şewitî ye.

Ajeldarê li Gundê Guherzeyê Ehmed Sedula 150 serî pezê wî hene û cihê çêreyê pezî wî jî Çiyayê Metînayê ye, lê ew îsal ji tirsa bombebaranên Tirkiyê revandiye dervey gund.

Ajeldar Ehmed Sedula dibêje: “Eger wiha hemû aqar bişewite em dê çi ji pez bikin, em mecbûr in hemû pezê xwe bifiroşin. Ez nikarim heta biharê bi alif xwedî bikim.”

Di heyama heftiyekê de ji ber bombebarana artêşa Tirkiyê bi sedan donim mêrg û cihên çêre yên gundên Berçî, Guherze, Belave û Sergeliyê yên li quntarên Çiyayê Matînayê şewitîn.

Xwediyê pez Behcet Xalid jî got: “Em newêrin ji nîv kîlomêtroyê zêdetir herin, ev jî xeter e. Wê rojê em li vê derên bûn topek li serê vî girî ket. Di navbera me û wê topê de ji sed metreyî zêdetir nebû. Dibe ku top nav gund an li rexa gund an jî li nav pez bikeve.”

Pêşmerge Wehab Berçî jî got: “Em nizanin ka em ji kê bixwazin û di dawiyê de divê em ji gundên xwe derkevin.”

Tirkiyê di heyama 18 rojên vê mehê de ji bilê 9ê heyve hemû rojan Çiyayê Metîna, Kurejar û Gareyê bombebaran kiriye û di encamê de 3 caran agir derketiye û bi sedan donim daristan û cihê çêre şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst