Tirkiyê Kobanî topbaran kir: Birîndar hene

05-07-2023
RÛDAW
Nîşan Kobanî Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê meydana Newroz a Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir. Di topbarana Tirkiyê de du welatî birîndar bûn.

Topxaneyên Artêşa Tirkiyê îro Çarşemê 5ê Temûza 2023an qada Newrozê û derdora wê ya li başûrrojhilatê Kobaniyê bi dijwarî topbaran kirin.

Hat ragihandin ku di encama topbaranê de 2 karmendên tenduristiyê birîndar bûne.

Li gorî medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, 2 karmendên tenduristiyê yên bi navê Sozdar Mistefa Osman (30) û Muslim Nebî Oso (25) ku di encama bombebaranê de birîndar bibûn li Nexweşxaneya Kobaniyê têne dermankirin.

Hate diyarkirin ku topbaran berdewam dike û topek li kargeheke boyaxê ketiye, ziyana madî çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst