Bombebaranên Tirkiyê bûne beşeke jiyana rojane ya xelkê Duhokê

07-07-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Bombebaranên Tirkiyê bûne beşeke jiyana rojane ya xelkê Duhokê
Bombebaranên Tirkiyê bûne beşeke jiyana rojane ya xelkê Duhokê
Nîşan Bombebaran Tirkiye Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê bi berdewamî navçeyên çiyayî yên Duhok a Herêma Kurdistanê topbaran dike. Ev bombebaranên Tirkiyê êdî ewqasî zêde bûne ku bûne beşeke jiyana rojane ya xelkê Duhokê.

Ji ber berdewamiya bombebaran û topbarankirina hinek navçeyên parêzgeha Duhokê, şêniyên wan deveran dîmenan tomar dikin ku bûye beşeke jiyana wan a rojane. Fayiq Belaveyî yek ji wan kesan e ku telefona wî tijî dîmenên bombebaranên Tirkiyê ye.

Ev 5 sal in wêne û dîmenên topbaran û bombebarankirina gundê Belaveyê ku dikeve navbera Çiyayê Metîn û Gare yên nahyeya Dêrelûkê digire, hinek ji wan cihan 320 caran hatine topbarankirin û bombebarankirin.

Fayiq Belaveyî tomarkirina van dîmenan ji ber berdewamiya bombebaran ve girê dide û dibêje, “Ev herêm herêmeke sivîl e, ne leşkerî ye. Min girîng dît ku dîmenan biweşînim da ku rewşa herêmê ya di bin siya bombebaranan de nîşan bidim.”

Zarokên Fayiq ji ber dengê topbaran û bombebaranê di lîstik û malê de ditirsin, Rojda ya keça Fayiq anî ziman, “Em dilîzin, dengê topbaranê tê, em ditirsin û digirîn ku dengê firokeyan jî tê em diçine hundir.”

Fayiq ne tenê dema ku li malê ye dema li ser kar e jî kameraya xwe her dem amade ye ku dîmenên bombebaranê neçaverêkirî tomar bike, ew dibêje gelek caran dema kar herêma wan tê topbarankirin û “ti çareya me nîne yan divê em karê xwe bidomînin yan jî divê em cihê xwe biterikînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst