Nayif Remezan

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Dihokê ye.
Di Berfanbara 2018an de ji bo cara yekem li Rûdawê dest bi karê ragihandinê kir.

 

Nayif Remezan

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Dihokê ye.
Di Berfanbara 2018an de ji bo cara yekem li Rûdawê dest bi karê ragihandinê kir.

 

Jînname

VT û raporan li ser mijarên cuda cuda amade dike. Hejmarek ji VTiyên wî li ser kêşe û pirsgirêkên xelkê, ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan bi bandor bûn.
Di Adara 2019an de VTiyek li ser rewşa xirab a jiyana jineke nişteciya bajarokê Akrê amade kir, ku tenê di kavilekî de û di rewşeke pir xirab de dijiya. Piştî belavbûna VTiyê, kampîneke xêrxwazî ji bo başkirina jiyana wê pîrejina bêkes hat encamdan.
Di Gulana 2019an de VTiyek li ser pirsgirêka gundê Qeşefirê yê Xirîstiyanan li qeza Sêmêlê ya Parêzgeha Dihokê, ku sê kargehên şikandina keviran bi awayekî neyasayî li gund hatibûn danîn û bibûn sedema bêzariya gundiyan. Piştî belavbûna vê VTiyê, kargeh hatin girtin û pirsgirêka gund çareser bû.

Di raporeke wî ya din de di Tîrmeha 2019an de, dijwariya jiyanê û xirabiya debara malbateke nişteciya Kelekçî ku dê û bavê wan ji ber nexweşiyê di nav cihê xwe de ketibûn û erkê xwedîkirin û dabînkirina debara wan ketibû stûyê kurekî wan ê 15 salî. Piştî weşandina VTiyê parêzgarê Dihokê û hejmarek xêrxwaz li hawara wê malbata hejar çûn û mûçeyeke mehane jî ji wan re hat veqetandin.
Nayif Remezan di 1ê Gulana 1995an de li bajarokê Akrê ji dayik bû. Sala 2017an beşê Edebiyata Ingilîzî li Zanîngeha Soranê qedand.